Kurdistanî serdana Tûzak û Xelîl dikin

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl li nexweşxaneyê tên dermankirin. Kurdistanî jî serdana wan dikin.

4 aktîvîstên Kurd Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak ên ku li bajarê Berlîn ê Elmanyayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê, li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî bû.

Bi hewldana Komîteya Çalakiya Greva Birçîbûnê û saziyên Kurd ên li Berlînê, ji berxwedêran Tûzak û Xelîl li nexweşxaneya DRK Kliniken Berlin Mitte ya li paytexta Elmanya Berlînê tên dermankirin. Tûzak ê 134 rojan di greva birçîbûnê de ma pêr, Şiyar Xelîl ê ku 121 rojan di greva birçîbûnê de ma doh li nexweşxaneyê tedawiya wan dest pê kir.

Kurdistanî serdana her du çalakgeran dikin. Hozan Aydin di dema serdanê de axivî û diyar kir, ew minetdarên çalakgerên greva birçîbûnê ne ku rê li ber bidawîbûna tecrîdê vekirin.

Ji çalakgeran Tûzak bal kişand ser nêzîkatiya wezîfedarên tenduristiyê ya roja destpêkê û got, "Ji nîvro saet 3'an heta 1'ê şevê em rawestandin. Em piştgiriya gelê Elman a ji bo berxwedanê deynin aliyekî, vê nêzîkatiya wezîfedarên tenduristiyê weke beşek ji siyaseta dewleta Elman dibînin."