Kurdistanî li ber Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan

Kurdistaniyên li Cenevre û derdora wê dijîn li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan, komkujiya ku dewlet Tirk li sivîlan dike şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku bi erka xwe rabin.

Piştî ku dewleta Tirk bi rengekî barbarî bombe li konvoya sivîlan a ji Cizîr, Reqa, Minbic û Şengalê ketibû ser rêya Efrînê barand û gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn, Kurdistanî li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li hev civiyan.

Kurdistaniyan bi dirûşmên xwe, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ji Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî xwestin ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.