Kurdistanî ji bo Ocalan daketin kolanên Brukselê
Li paytexta Belçîka Brukselê, komek ji çalakgeran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya stasyona trenê ya navendî çalakiyek lidar xist.
Li paytexta Belçîka Brukselê, komek ji çalakgeran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya stasyona trenê ya navendî çalakiyek lidar xist.
Çalakiya bêîteatiya sivîl ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokrtîk û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ve hat lidarxistin. Komê di vê çalakiya li ber garê de ji bo Ocalan dirûşme qîriya. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransaî jî hatin belavkirin û banga dijderketina li komkujiyên li hemberî Kurdan tên kirin, hat kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "DAIŞ Erdogan", "Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike" hatin qîrîn.