Kurdistan îro li ser piyan bû!
Kurdistan îro li ser piyan bû!
Kurdistan îro li ser piyan bû!
Bi armanca 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin li Amed, Semsûr, Mêrdîn û Çewlikê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û 15'ê Sibatê hatin şermezarkirin.
AMED
Li Amedê bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn, heta Komleya Welatiyen Azad a taxa 5 Nîsanê meşiyan. Li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad a 5 Nîsanê ya Amedê bi hezaran kesên di nav de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî heye bi armanca şermezarkirina 14'emîn salvegera roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê hatin cem hev. Girse her diçû hejmara wê zêde dibû kinçên reş û sor li xwe kiribûn. Hemû riyên ber bi cihê girse lê kombûyî ve ji aliyê polîsan ve hatin girtin û girseyê sloganên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Amed ranekeve xwedî li Rêberê xwe derbikeve" berz kirin. Girse ji vir li ser Kolana Ogretmenleran dest bi meşê kirin. Polîsan bi dehan wesayîtên zirxî û TOMA'yan ve pêşiya girseyê girtin. Hevdîtina Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak a bi polîsan re didome. Girseya ji ber komeleyê dest bi meşê kir heta parka Koşuyolu meşiyan.
Girsê di meşê de bê navber siloganên "Biji Serok Apo" û "Silav silav ji îmraliyê re hezar silav" berz kirin. Komê di meşê de alên PKK û KCK'ê û Posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin. Dîsa wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd rakirin. Girseya ku di rêde rastî astengiyên polîsan hatin piştî niqaşa demekê dîsa dest bi meşê kirin û TOMA dan ber keviran. Bi hezaran kes piştî gihiştin Parka Koşuyolu li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li vir hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir. Hevseroka Giştî ya BDP'e Gultan Kişanak jî 15'ê Sibatê şermezar kir û xwest bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bi dawi bibe.
GEVER
Li navçeya Geverê welatiyên ku serê sibê neçûn ser kar û 15'ê Sibatê şermezar kirin di satên nîvro de meşa girseyî pêk anîn. Li taxa Kişla pankartên wêneyê "Leyla Şaylemez", "Fidan Dogan" û "Sakina Cansız" a "Fedaiyên Geverê" hatibûn nivîsandin hat daliqandin. Komên ku kolanên Kişla, Esentepe û Şemdinli li trafîkê girtin rastî mudaxaleya polisan hatin. Di mudaxaleyê de polîsan guleyên rastîn avêtin hewa û gelek gule li malen derdorê ketin.
BISMÎL
Rêxistina BDP'e ya Bismilê jî bi heman armancê daxuyaniyek girseyî da û 15'ê Sibatê şermezar kir. Bi hezaran kesên ku di navde rêveberên BDP'ê û Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê jî hene kom bûn û dest bi meşê kirin. Girsê di meşê de Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakine Cansiz bilind kirin û pankartên "Heta Rêber Apo Azad Nebe, Aşiti Şaşitiye" vekirin. Girsê piştî meşê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê Girsê Rêvebera BDP'ê Sidika Aydin daxuyanîda û 15'ê Sibatê şermezar kir. Piştî dawuyaniyê polîsan bêyî ku hişyari bikin mudaxaleyî girsê kirin. Bi mudaxaleya polisan a ava şit û bombeyê gazê re girsê jî bersîv da û her der bû qada şer. Girse piştre heta avahiya BDP'ê meşiyan û belav bûn.
ÇEWLÎK
Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li ber Mizgefta Haci Xidir kom bûn û çalakî pêk anîn. Koma ku li vir kom bû meş pêk anî. Di nava komê de Wekilê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, rêveberên BDP'ê û gelek welatiyên din tev li daxuyaniyê bûn. Piştî meşê Hevserokê BDP'a Çewlîkê Halis Yurtsever û Wekîlê Koma BDP'ê Îdris Baluken, axaftin kirin û 15'e Sibate şermezar kirin.
LICE
Rêxistina BDP'ê ya Liceyê jî bi heman armancê meşek girseyî pêk anîn. Li navçeya ku serê sibê dikan nehatin vekirin girseya ku li ber avahiya BDP'e kom bû heta kolana Karahasanê meş pêk anîn. Girseya ku hêjmara wan gihişt hezar kesî li vir daxuyani da çapemeniye û 15'ê Sibate şermezar kir. Serokê BDP'a Liceyê Harun Erkuş daxuyanî xwend û 15'ê Sibate şermezar kir.
SEMSÛR
Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê jî bi girseyî 15'e Sibatê şerezar kir. Koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû heta Parka Demokrasiyê meş pêk anî. Li ser navê komê Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî Aziz Akdag daxuyanî xwend û 15'ê Sibatê şermezar kir. Komê pişti daxuyaniyê bi meş çûn ser gora Ebu Muslum Dogan yê di 2010'an de 15'ê Sibatê şermezar kiribû û bedena xwe dabû ber agir.
MÊRDÎN
Rêxistina BDP'e ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya navçeya navendî kom bûn û heta Yeniyolê meşek girseyî pêk anî. Girseya ku rêveberên BDP'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî di navde bi pankart û siloganan 15'ê Sibatê şermezar kirin.