Kurdên li Stockholmê Franseyê protesto kirin
Kurdên li Stockholmê Franseyê protesto kirin
Kurdên li Stockholmê Franseyê protesto kirin
Hema bêje mehek û nîv bi ser komkujiya Parîsê ku di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin re derbas bûn. Lê heta niha tu daxuyaniyek têrker ji aliyê hukûmeta Frensî ve nehatiye dayin. Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê dewleta Franseyê protesto kirin.
Kurdistanî li ber balyozxaneya Frensî ya li Stockholmê li hev kom bûn û wêneyên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, alên PKK û posterên Rêberê Gleê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û bang li hukûmeta Franseyê kirin ku komkujiyê aşkere bikin.
Çalakgeran pankartên ku ji bo ronîkirina komkujiyê bi zimanê înglîzî hatin hilgirtin û helwesta hukûmeta Franse ya li hemberî komkujiyê hate şermezarkirin.
Piştî çalakiya bi qasî saetekê berdewam kir, piştre li Gara Trenê ya Stockholmê ji bo azadiya Ocalan îmze kom kiri.