BI DÎMEN

Kurdên li Rûsyayê ji bo Ocalan bang kirin

Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê û Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, bang li Yekîtiya Ewropa û hêzên navneteweyî kirin, ku bikevin nava tevgerê.

Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê û Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, bang li Yekîtiya Ewropa û hêzên navneteweyî kirin, ku bikevin nava tevgerê.

Li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan û rêveberên saziyên Kurdan li ber Navenda Çanda Kurd daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Şamoyan daxuyanî da û diyar kir, dewleta Tirk bi tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwaze Kurdan teslîm bigire. Şamoyan fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bilêv kir û xwest, Heyeta Îmraliyê derhal bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Şamoyan bang li Yekîtiya Ewropa, parlamenta Ewropa û hemû hêzên navneteweyî kir, ku zextê li dewleta Tirkiyeyê bikin, ji bo dawî li van êrîşên xwe yên faşîst ên li hemberî Kurdan bîne.

'RÊBERÊ ME HER TIŞTÊ ME YE, AKP Û ERDOGAN BI ÊGIR DILÎZIN'

Daxuyaniyeke din a çapemeniyê ya li ser heman nmijarê, li ber avahiya Otonomiya Çanda Kurd-Agirî ya li Komara Xweser a Adigeyê hat dayîn.

Di daxuyaniya hevpar a Otonomiya Çanda Kurd-Agirî û Organîzasyona Jinên Kurd-Bêrîtan de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd-Agirî Sînem Broyeva ve hat dayîn. Broyeva got, "Divê hêzên faşîst ên dixwazin me hînî tecrîda giran a li ser Rêberê me bikin baş zanibin; Rêberê me her tiştê me ye. AKP û Erdogan bi êgir dilîzin." Broveya xwest, parêzer û malbat karibin derhal bi Ocalna re hevdîtinê bikin.

Piştî daxuyaniyê, girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurdistan" qîriya û belav bû.

...