Kurdên li Hîldesheîmê ji bo dengê 'NA' li hev civiyan

Kurdên li Hîldesheîmê dijîn, têkildarî referandûma li ser dîktatoriyê li hev civiyan û destnîşan kirin, ku ew ê dengê 'NA' bidin.

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, Platforma NA li parka Marîenfrîedhofê li hev civiya û daxuyaniyek da çapemeniyê.

Kurdên li bajarên Hîldesheîm, Hannover û Salzgîtterê beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê platformê Dîlek Taş daxuyanî da û bibîr xist, hebûna Kurdan û hemû gelên din tên înkarkirin.

Taş got, "Perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdan tê qedexekirin. Ji ber ku daxwaza Kurdan a civakeke demokratîk û jiyana bi hev re tê redkirin, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber ku Elewî, Êzidî, Ermenî, Suryanî û hemû bawermendên din nayên dîtin, em ji vê guhertina destûra bingehÎn re dibêjin NA.

Ji ber ku mafên karkeran ê grevê, peymana giştî û xebatê ji nedîtî ve tê, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA.

Li şûna mafên mirovan ji ber ku resîmeke dîktatorî datîne pêşiya xwe, em ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA."

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Ji bo welatekî azad,demokratîk û wekhev, werin em bi hev re di referandûmê de dengê 'NA' bidin."