Kurdên li herêma Saratovê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Kurdên li navçeyên Krasnokût û Dergaçî yên bajarê Saratovê yê Rûsyayê, bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Li navçeya Krasnokût a bajarê Saratovê yê Rûsyayê, rêveberên Otonomiya Kurdan daxuyaniyek dan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Serokê Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdan Ramazan Bûdakov û endamê meclîsê Îbragîm Abdiyev axivîn.

Bûdakov diyar kir ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê di çarçoveya komployeke mezin de tên kirin. Bûdakov ragihand ku ev êrişên dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya gelek dewletan tên kirin û bang li rêveberiya Başûrê Kuredistanê jî kir ku dest ji helwesta xwe ya hevkariya bi dewleta Tirk re bîne û bike ku hêzên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê derkevin.

Bûdakov bal kişand ser êrişa hêzên PDK'ê ya li Şêladizê li dijî merasîma cenaze hate kirin û ragihand ku ji ber vê nêzîkatiyê jî ew PDK'ê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de bang li Rûsya, Yekîtiya Ewropa, DYE û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hate kirin ku bes bêdeng bimînin û helwestê nîşan bidin.

Çalakiyeke din a şermezarkirinê jî li gundê Novoroslyaevka yê navçeya Dergaçî ya Saratavê pêk hat.

Kurdên li herêmê nerazîbûna xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan dan. Mele Bahadîn li qada çalakiyê axivî û xwest êriş tavilê rawestin.

Mele Bahadîn her wiha diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê timî li ser piyan bin, têbikoşin û destnîşan kir, Kurdên li Rûsyayê ji welatê xwe dûr jî bin bi têkoşîna gelê xwe re ne.