Kurdên li Frankfûrtê daketin kolanan: Qedexeya li ser PKK'ê rakin!

Kurdên li Frankfûrtê dijîn, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê çalakiyek lidar xistin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina qedexeya li ser PKK'ê mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê (NCDK) ve hate lidarxistin û li Kaîser Str. dest pê kir.

Di mîtîngê de belavoka NAV-DEM'ê ya bi zimanê Elmanî li ser qedexeya li ser PKK'ê hatibû amadekirin, hate xwendin.

Li ser navê NCDK'ê Eyup Guleç axivî û got, "Divê dewleta Elman demek ji ya din zûtir qedexeya li ser PKK'ê rake."

Mîtîng piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Qedexeya li ser PKK'ê rakin" qediya.