Kurdên li Ewropayê li kolanan e: Bila hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Kurdên li Elmanya û Fransayê daketin kolanan û xwestin derhal destûr bê dayîn ji bo parêzer an jî malbata Ocalan biçin Girava Îmraliyê. Kurdên li Swîsre û Hollandayê jî bi heman daxwazê xwe ji bo kolanan amade dikin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 22 tîrmehê 2016, 13:24
Li dû hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, tirs û fikarên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûn. Kurdên li Elmanya û Fransayê daketin kolanan û xwestin derhal destûr bê dayîn ji bo parêzer an jî malbata Ocalan biçin Girava Îmraliyê. Kurdên li Swîsre û Hollandayê jî bi heman daxwazê xwe ji bo kolanan amade dikin.
KASSEL
Kurdistaniyên li bajarê Kassel ê Elmanyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan duh li Konîgsplatzê stant vekirin. Di çalakiya ku bi qasî 200 Kurdistanî lê amade bûn de, fikarên li ser jiyana Ocalan hatin bilêvkirin. Girseya gel bi qasî 3 saetan belavok belav kir û li ser mijarê agahî da raya giştî. Di çalakiyê de ji ber salvegera çaremîn, Şoreşa Rojava jî hat silavkirin.
NANTES
Li bajarê Nantes ê li Rojavayê Fransayê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê ya Zîn, ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, çalakî hat lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li Royal du Place daxuyanî hat dayîn, bal hat kişandin ser fikarên li ser jiyana Ocalan û hat xwestin, destûr ji malbatê, parêzeran an jî heyetekê re were dayîn, ku derhal hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Di çalakiyê de belavokên bi sernavê "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" hatin belavkirin.
LI SWÎSREYÊ JÎ KURDISTANÎ DADIKEVIN KOLANAN
Li Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên wan, wê ji ber fikarên li ser jiyana Ocalan dakevin kolanan. Kurdistaniyên li vê derê, heta rewşa Ocalan zelal bibe, wê bênavber çalakiyan lidar bixin. Di vê çarçoveyê de roja 23'ê Tîrmehê saet di 17:00 de li Helvetîaplatz a Zurîchê û saet di 14:00 de jî wê li Bafirserplatz a Baselê çalakî pêk werin.
LI DEN HAAGÊ SIBEHÊ MÎTÎNG HEYE
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî wê sibehê saet 15.00’an mîtînga “Ji Ocalan Re Azadî” bê lidarxistin.
Di bangê de ku ji bo mîtînga sibehê wê li Spûîpleîn a Den Haagê bê lidarxistin hat kirin, wiha hate gotin: “Em bang li tevahî welatparêz, şoreşger, demokratan dikin ku tevlî mîtînga me ya sibehê bibin.”