Kurdên li Ewropayê li dijî tecrîdê daketin qadan
Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Li paytexta Belçîka Brukselê, li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Marsîlyayê, li bajarên Darmstadt, Stûttgart ên Elmanyayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
BRUKSEL: Bi banga NAV-BEL û YJK-E'yê, Kurdistanî tevî dostên xwe li Place de la Monnaîe li hev kom bûn û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya NAV-BEL'ê Orhan Kiliç li qada çalakiyê axivî û got, "Em; civaka Kurd a li Belçîkayê li pişt Rêberê xwe ne." Di çalakiyê de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.
PARÎS: Çalî bi banga CDK-F û TJK-F li qada Repûblîqûeyê pêk hat. Çalakgeran êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alê PKK'ê hildan. Girseya gel li pişt pankarta bi nivîsa "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re" heta meydana Bastîlle meşiya. Piştre mîtîngek hate lidarxistin û Hevserokê CDK-F'ê Veysel Keser axivî. Keser got, "Gelê ku lîderê xwe girtî ye, nikare bêje ku ew azad e. 21 sal in Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye. Em ji vir berxwedana wî silav dikin. Azadiya gelê Kurd, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe." Keser destnîşan kir ku divê Kurd li her derê ji bo Rêberê xwe têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan", "PKK gel e gel li vir e" hatin qîrîn.
MARSÎLYA: Bi beşdariya bi hezaran kesî meşek hate lidarxistin. Di meşê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe saet di 18:00 de li qada Canabîereyê li hev kom bûn û heta meydana Vîeûx-Portê meşiyan. Tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK, YPG, YPJ, TJK-F û TCŞ'ê hatin hildan. Di meşê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Kujer Edogan", "Bimire xiyanet" û "Her der berxwedana Heftanînê ye" hatin qîrîn. Meş bi mîtîngekê bi dawî bû.
DEN HAAG: Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Çalakî li pêşberî stasyona navendî pêk hat û qisekeran bi bîr xistin ku dewleta Hollandayê û raya giştî ya navneteweyî kiryarên dewleta Tirk ên ku qanûnên navneteweyî binpê dike, ji nedîtî ve tên. Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li saziyên pêwendîdar hate kirin ku wezîfeya xwe pêk bînin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Heftanînê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
DARMSTADT: Bi beşdariya Kurdistaniyên li bajarên Darmstadt û Mannheîmê meşek hate lidarxistin. Di meşê de ku ji Frîezenplatzê dest pê kir, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. Girseya gel piştî ku li nava bajêr meşiya, li Frîenzenplatzê vegeriya û mîtîngek li dar xist. Ji KOMAW'ê Mûrşîde Oltan û Hevserokê Meclîsa Gel a Darmstadtê axivîn. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
STÛTTGART: Kurdistanî tevî dostên xwe li Laûtengerstr. li hev kom bûn û meşiyan. Rêxistinên Çep jî piştgirî dan meşê. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bila tecrîd bi dawî bibe", "Azadî ji Ocalan re"," Bê Serok jiyan nabe", "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Es lebe Ocalan", "CPT ji nedîtî ve tê" hatin qîrîn.