Kurdên li Ermenîstanê êrîşa PDK'ê ya li Şenaglê şermezar kirin

Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê, êrîşa çekdarên PDK'ê ya li Şengalê bi tundî şermezar kirin.

Nûnerên saziyên Kurd ên li Ermenîstanê, bi armanca şermezarkirina vê êrîşa çeteyan a li dijî Êzîdxanê, li Ofîsa Kurdistan Komîte li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd, Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir,Berpisyarê saziya Êzîdxan a Ermenîstan Solo Dirbuyan, Berpirsyarê rojnameya Zagros Lîanna Mhoyan, Berpiyarê rojnameya Tyataze Tîtalê Kerem û endamê Bijîjkên Kurdistanê Dr. Zurbe Îboyan tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Di daxuyaniya hevpar a saziyên Kurd de êrîşa çekdarên PDK'ê ya li Şengalê weke xiyanet hat binavkirin û bi tundî hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev êrîş beşek ji konsepta rejîma Tirk e û bang li serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hat kirin, ku ev ji van kiryarên xwe berde, naxwe wê dîrok wan hemûyan rûreş bike.

Saziyan ji gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî xwest, ku li çar aliyên Kurdistanê û li her devera cîhanê rabin ser piyan û xwedî li hêza YBŞ/YJŞ'ê derkevin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev êrîş ji bo tinekirina nirx, hebûn û vîna gelê Kurd e û hat gotin, "Eger gelê Kurd di rewşa heyî de xwedî li hêza xwe ya berxwedanê derkeve wê bi ser bikeve û Kurdistan jî di demeke nêz de azad bibe."