BI DÎMEN

Kurdên li Elmanyayê xwe ji bo Newrozê amade dikin

Kurdên li Elmanyayê Newroza îsal li bajarê Frankfûrtê pîroz dikin. Hevserokê NAV-DEM'ê Dogan bang li Kurdên li vî welatî kir ku tevlî pîrozbahiyê bibin û got, "Em li ber faşîzm û dîktatoriyê rabin û daxwaza azadiyê bikin."

Cejna vejîn û azadiyê ya Kurdan Newroz îsal li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi rengekî girseyî di 18'ê Adarê de bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "NA ji mêtîngerî, qirkirin, dîktatorî û faşîzmê re" tê pîrozkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tê organîzekirin. Tê payîn ji gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî tevlî pîrozbahiyê bibin.

Girseya gel wê danê sibehê li Frankfûrtê li hev bicive û ji du baskan ve ber bi qada Newrozê ve bimeşe. Pîrozbahî wê li qada mîtîngê bi axaftinên siyasî û bernameya çandê dewam bike.

'EM Ê JI FAŞÎZMÊ RE BÊJIN NA'

Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan li ser pîrozbahiyê agahî da ANF'ê û anî ziman, Newroza îsal li gorî salên bihurî girîngtir e. Dogan got, "Bûyerên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin, me ji nêz ve eleqedar dikin û mîsyonekê dide Newroza îsal. Lewma armanca me ew e, ku gelê xwe li hev bicivînin û bi yek dengî ji bo yekîtiya Kurdan mesajekê bidin. Her wiha em dixwazin pirsgirêkên gelê xwe bigihînin raya giştî ya navneteweyî."

Dogan da zanîn, amadekarî li ber qedandinê ne û got, "Em ê bi rengekî girseyî Newrozê pîroz bikin. Her wiha dijberên faşîzm û dîktatoriyê û endamên Platforma NA ya li Ewropayê jî wê di çalakiyê de amade bin."

'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan bang li hemû Kurdan kir, ku tevlî Newrozê bibin û got, "Divê her kes wê rojê bi rengê xwe li qada Newrozê be. Girîng e hemû saziyên me di vî warî de bixebitin. Em di 18'ê Adarê de Frankfûrtê bi rengê xwe bixemilînin. Bi mesaj û dirûşmên xwe, em daxwaza Kurdan bigihînin raya giştî ya navneteweyî."