Kurdên li Azingê dijîn Komploya 15 Sibatê şermezar kirin

Kurdên li Azingê dijîn Komploya 15 Sibatê şermezar kirin

Kurdistaniyên li navçeya bajarê Seratovê Azingê dijîn bi boneya şermezarkirin û protestokirina komploya 15’ê Sibatê hatin gel hev.

Kurdistaniyên li Rûsyayê, li navçeya  Seratovê Azingê dijîn biboneya 14’mîn salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bo Tirkiye protesto bikin li Mala Kurda hatin gel hev. Di civîna ku gelek Kurdistaniyên ji gundên derdor jî beşdar bûyî de  li ser girîngî û wateya rojê rêvebirê Mala Kurda a Azingê Xalid Abdiyev axaftinek kir. Abdiyev di axaftina xwe de bal kişan ser rola Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û got : “Ji bo Kurda Ocalan tê wateya Kurdê azad.”

Abdiyev wiha axifî: “Di vê sedsalê de netewê herî mezin û bê dewlet netewa Kurd e. Heya çend sal berê jî hebûna kurda dihat înkarkirin. Lê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdê azad afirand. Îro ger di Kurdan de kemêk rihê azadiyê çêbibe ew jî bi saya Ocalane. Ji ber vê yekê neyarê gelê Kurd hebûna Ocalan tehemûl nekirin û wî dîl girtin. Lê îro Ocalan ji Kurdan re tê wateya Kurdê azad. Wî ev rê nîşanî me dayê erkê me jî ewe ku em di vê riyê de bimeşin. ji ber vê yekê em dikarin bêjin komploya 15 Sibatê negihaştiye armanca xwe û ji hêla rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve vala hatiye derxistin.”