Kurdên Dergacî jiyan dikin komloya 15 Sibatê şermezar kirin

Kurdên Dergacî jiyan dikin komloya 15 Sibatê şermezar kirin

Bi boneya protestokirin û şermezarkirina komploya 15 Sibatê Kurdistaniyên li navçeya Dergacî ya girêdayî bajarê Seratove ya Rûsyayê dijîn li Navenda Çand û Hunerê a Kurda hatin gel hev.

Kurdistaniyên li Rûsya yê li navçeya  Seratovê Dargacî dijîn biboneya 14’mîn salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiye protesto bikin li Navenda Çand û Huner ya Kurdan hatin cem hev. Ji Kurdistaniyên  beşdarî civînê bûyî re rêvebirê Navenda Çand û Hunerê ya Kurdan îsmaîl Yusubov axivî. Yusubov di axaftina xwe de bal kişan ser komploya 15 Sibatê û got ji bo me Kurda ev roj wek rojek reş di dîrokê de hatiye nivîsandin.

Yusubov axaftina xwe wiha domand:  “Komploya 15 Sibatê di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de li ser Kurda hemûya hate kirin. Ev komplo di dîroka gelê Kurd de rojek reşe. Em dewletên di vê komployê de tiliya wan heyî nelet û şermezar dikin. 14 salin Serokê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di zindanê deye lê wê rojek were wek her mirovekî bi nirx û azad ew dê jî bigihêje azadiya xwe. Ev roj ne dûrin pir nêzin.”

Di dawiya axaftina Yusubov de kesên ku beşdarî civînê bûne jî li ser wateya rojê hest û nerînên xwe anîn ser ziman. Piştî axaftinan civîn bi siloganê “Bijî Serok APO” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” qîriyan.