Kurdan û Yewnanan Cejna Vejînê pîroz kirin

Kurdên li paytext Atînayê dijîn, tevî Yewnanan salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê dijîn, ji bo pîrozkirina 38. salvegera damezrandina PKK'ê ku weke Cejna Vejînê tê dîtin, li hev civiyan. Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê ve hate organîzekirin û gelek Kurdistanî û Yewnan tevlî bûn.

Çalakiya li salona sînema ya Alkîonîsê bi deqeyeke rêzgiritnê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

'PKK'Ê GELEKÎ AZAD AFIRAND; BÛ HÊVÎ Û PÊŞENG'

Li ser navê Meclîsa Gel Kendal Semsûr axivî û got, "PKK'ê di nava têkoşîna destanî ya 38 salan de, xeteke ku rêya rizgarî û azadiyê nîşanî bindestan dide afirand, vîn û ruhekî têk naçe yê partiyê, hêzeke gerîla ya xwedî xeta fedayî û gelekî azad ê dilê mirovahiyê geş dike, ava kir."

Her wiha destnîşan kir, ku PKK ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn bûye hêvî û pêşeng.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Bijî PKK" hatin qîrîn.

Koroya Lavrîon, koma govendê û Koma Dansan a Gelê Gîrîtê tevî hunermendên Kurd û Yewnan derketin ser dikê.