Kurdan li Wiesbadenê banga têkoşîna hevpar li YE'yê kir

Kurdan li Wiesbadenê banga têkoşîna hevpar li YE'yê kir

Li bajarê Wiesbadenê yê Elmanyayê, çalakiyên Kurdan ên bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re û bala raya giştî bikişînin ser êrîşên li ser Kobanê, berdewam dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdan a li Wiesbadenê, li ber Wezareta Navxweyî di roja sêyemîn de ye.

Greva birçîbûnê ya ku roja Şemiyê destpê kir, îro kete roja sêyemîn. Îro di çarçoveya çalakiyê de, mîtîngek hate lidarxistin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin, ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bikeve nava hewldanan. Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav, çalakiyên Kurdan ên li seranserê Ewropayê silav kir.

Kav da zanîn ku ew ji bo şermezarkirina bêdengiya Ewropayê ya li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan li vê derê ne û got: "Divê êdî dewletên Ewropayê dest ji vê helwesta xwe ya bêdengiyê berdin. Divê bi awayekî lezgîn alîkariya Rojava bikin.

Kav, bal kişand ku DAIŞ, di serî de Şengal û Kobanê, êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike û da zanîn ku ji bo Kurd bêne qetilkirin, rêxistineke mîna DAIŞ'ê derxistine pêş.

Kav destnişan kir ku li Rojhilata Navîn, hêza ku herî zêde li dijî çeteyên hov ên DAIŞ'ê li ber xwe dide PKK ye û banga têkoşîna hevpar li Yekîtiya Ewropayê kir. Kav bang li hikûmeta Elman jî kir ku alîkariya çekan bide YPG'ê û berxwedana Kobanê weke "Berxwedana herî mezin a 20 salan" bi nav kir.

Piştî Kav, Mehmet Elmas li ser navê çalakgeran axaftinek kir û bang li hemû Kurdên li Ewropayê kir ku xwedî li Kobanê derkevin û got: "Kobanê rûmeta me ye. Em her kesî vedixwînin berxwedanê."

Her wiha, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a Frankfurtê û AGÎF'ê axaftin hatin kirin. Ji Partiya FDP a Elman Parlamenterê Hessenê Tobias Huch û Parlementera Partiya Çep (Die Linke) Marjina Schutt hatin serdana çalakiya Kurdan. Huch diyar kir ku wê şandeyek ji parlamenterên PE'yê biçin serdana Şengal, Mûsil û Rojava.

Kurdistaniyan di saetên danê êvarê de, gelek dosya pêşkêşî çapemeniya herêmî û saziyan hate kirin. Çalakî saet di 18.30 de bi dawî bû.