Kurdan li mezintirîn balafirgeha Yewnanîstanê çalakî lidar xistin
Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirkirinê û darbeya AKP/Qesrê, ketin hundirê balafirgeha Elefterîa Venîzelos a Atînayê, ku mezintirîn balafirgeha Yewnanîstanê ye û li vir çalakiyek pêk anîn.
ANF
ATÎNA
yekşem, 13 sermawezê 2016, 14:08
Kurdistaniyên li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê li hev civiyan, bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP/Qesrê, saet di 13:00 de ketin salona rêwiyan a balafirgeha Elefterîa Venîzelos a li paytext Atînayê.
Kurdistaniyan ev cih bi al û pankartan xemilandin û dest bi qîrîna dirûşman kirin. Her wiha li ser êrîşên li dijî HDP'ê, girtina hevserok, parlamenter, hevşaredaran û tecrîad li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavokên bi zimanên Yewnanî û Îngilîzî belav kirin. Çalakî heta saet 15:00 dewam kir.
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, "Roj, li dijî darbe û darbekaran, li dijî tecrîda li ser Rêberê me û tayînkirina qeyûman, roja xwedîderketina li şaredariyên xwe ye." Bang li hemû Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn hat kirin, ku bi rengekî bênavber tevlî çalakiyan bibin.
Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê diyar kir, wê di hefteya pêş de çalakî bi rengekî bênavber bidomin û da zanîn, ku wê di 15, 16, 17'ê Mijdarê de beşdarî çalakiyên dij bi darbeyê yên li Yewnanîstanê bibin, li ber darbeya AKP/Erdogan rabin û roja 19'ê Mijdarê saet di 13:00 de jî ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk ve bimeşin.