Kurdan ji gelê Îtalyayê re gotin; Em bi we re ne

Kurdistaniyan bi peyamên xwe piştgirî dan gelê Îtalyayê ku li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe.

Li gelek bajarên Îtalyayê Kurdistaniyan ji bo piştgiriya xwe ya bi gelê Îtalyayê re nîşan bidin pankart bi cam û şaneşînên xwe ve kirin. Di medya civakî de jî banga Kurdan a ji bo piştgiriyê bû rojev.

JI JINÊN KURD KAMPANYA Û NAME

Li welatên Skandînavyayê; li Swêd, Norwêc, Fînlandiya û Danîmarkayê jinên Kurd ji bo piştgiriya bi gelê Îtalyayê dest bi kampanyayê kirin.

Jinan li şaneşînên xwe find vêxistin û bi zimanên cuda pankartên ji bo piştgiriya bi Îtalyayê re nîşan dan. Her wiha Sirûda Çaw Bella gotin.

Li ser medya civakî jî bi dirûşmên "Gelê Kurd bi Îtalyayê re ye", "Piştgirî berxwedan e", "Em ê li rewşa asayî venegerin ji ber ku pirsgirêk asayî uye", "Tenduristî maf e", "Em li malê bimînin" piştgiriya xwe nîşan dan.

Yekîtiya Jinê ya Sara her wiha nameyên sersaxî û piştevaniyê ji Sefaretxaneyên Bilind ên Îtalya, Fransa, Spanya û Îranê re şand ku herî zêde ji vîrûsa koronayê zerar dîtine.