Kurdên li Almanyayê dijîn qetilkirina siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê pêk hat, li ber balyozxaneya Frensî ya li Berlînê protesto kirin. Her wiha Kurdan li gelek bajarên din ên Almanyayê çelengên reş danîn ber balyozxaneyên Franseyê û nameyeke protestoyî pêşkêş kirin.
Roja 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Kurdên li Almanyayê dijîn, bi mitîngek li ber avahiya balyozxaneya Fransî ya li Berlînê vê komkujiyê protesto kirin. Kurdistaniyan çelengên reş danîn ber deriyê balyozxane û konsolosxaneyên Franseyê.
Kurdistaniyên li ber avahiya balyozxaneya Franse ya li Qada Brandenburgê li hev kom bûn, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin. Di mitîngê de bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Terorîst Tirkiye” hatin qêrîn û sê şoreşgerên Kurd bi rêzgirtinê hatin bîranîn.
Di mitîngê de axaftinên bi Kurdî û Almanî hatin kirin û ji hukûmeta Fransî hate xwestin ku di demeke zû de komkujiyê aşkere bike û bang li raya giştî ya Almanyayê hate kirin ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk piştgiriyê bidin gelê Kurd. Her wiha, dê saet di 15.00 de jî li Qada Hermannplatzê meşeke protestoyî bê lidarxistin.
Li gel balyozxaneya Franse ya li Berlînê, Kurdan çelengên reş danîn ber konsolosxaneyên Franseyê yên li bajarên din ên Almanyayê. Hin çalakiyên ku di saetên danê nîvro de pêk hatin wiha ne:
MUNÎH:Kurdistanî û nunerên penaberên Tirkiyeyî yên li bajêr li ber avahiya konsolosxaneya Franseyê li hev kom bûn. Di çalakiyê de çelengên reş danîn ber avahiyê . Di çalakiyê de helwesta tund a polîsên Fransî bal kişand. Xwepêşandêran xwestin bi rayedarên konsolosxaneyê re hevdîtin bikin.
Li ser navê çalakgeran, tevî nivîskar Haydar Işik, komek ji sê kesan çûn hundir û bi rayedarên konsolosxaneyê re hevdîtin pêk anîn û diyar kir ku ev komkujiya li hemberî siyasetmedarên Kurd nayê qebûlkirin. Rayedarên konsolosxaneyê jî ragihand ku ji Wezîr navxweyî bigire heta gelek meqamên peywendîdar ên Franseyê ji bo ronîkirina cinayetê hewl didin. Piştî hevdîtinên girseya li ber deriyê konsolosxaneyê belav bû.
FRANFURT: Tevî hin Almanan şandeyeke ji 7 kesî çûn konsolosxaneya Franseyê. Ji ber ku konsolos ne li wir bû, bi alîkarê wî re hevdîtin pêk anîn û dosyayek derbarê komkujiya li Parîsê de pêşkêşê kirin. Şandeyê bal kişand ser polîtîkayên dewleta Franse yên li dijî Kurdan û xwestin ev komkujî were raonîkirin. Şandeyê nameyek pêşkêş konsolosxaneyê kir.
HAMBURG:şandeyek ji rayedarên Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM), civata Kurdan û YEK-MAL û ISKU’yê pêk dihat çûn konsolosxaneya Fransî û xwestin hevdîtin pêk bînin. Lê rayedar şandeyê li ber derî pêşwazî kirin û ew negirtin hundir. Şandeyê helwesta rayedaran şermezar kir û nameyê pêşkêşê kirin.
Her wiha, dê nerazîbûnên gelê Kurd berdewam bikin. Sibê saet di 13.00 dê li bajarê Kassel a Almanyayê li ber postexaneya mezin û li Hannoverê di heman saetê de û li Steintorê jî dê mintîngek bê lidarxistin.
Kurdên li bajarê Innsbruck a Awusturyayê jî dê roja şemiyê saet di 14.00-17.00 de li Inssbruck Aststattê komkujiyê protesto bikin. Mala Gel a Kurdan ku çalakiyê organîze dike, bang li gel kir ku tevlî çalakiyê bibe.