Kurdan behsa Kobanê ji nûnerê NY'yê re kir

Kurdan behsa Kobanê ji nûnerê NY'yê re kir

Çalakgerên greva birçîbûnê yên bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, li paytexta Elmanya Berlînê hatibû desptêkirin, îro bi awayekî girseyî çûn avahiya nûnertiya NY ya li Berlînê. Çalakgerên Kurd behsa rewşa Kobanê ji nûnerên NY'yê re kir.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM), greva birçîbûnê ya li qada navdar a Tor Brandenburg a Berlînê hatiye destpêkirin berdewam dike. Çalakger îro bi awayekî girseyî çûn serdana nûnertiya NY'yê ya li Berlînê.

Tevî Berlînê, gelek kesên ji Bremen, Hamburg, Oldenburg, Hameln, Leipzig, Halle û Dresdenê piştgirî dan çalakiyê. Çalakgerên greva birçîbûnê jî hewldanên xwe yên dîplomatîk didomînin. Çalakgerên greva birçîbûnê bi awayekî girseyî meşiyan ber avahiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyi ya li Berlînê.

Di meşê de dirûşmayên weke "Îro Kobanê, sibê Ewropa û Elmanya", "Kobanê ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana YPG û YPJ", "Bijî Serok Apo" û "DAIŞ dikuje, Tirkiye destek dike" hatin gotin.

'BILA BAN KÎ MOON JI BO KOBANÊ BANGA LEZGÎN BIKE'

Piştî, çalakger gihiştin ber avahiya NY'yê, şandeyek ji çalakgeran hevdîtin bi rayedarê UNHCR'ê Norbert Troisen re pêk anî. Trosien ku nûnerê maseya Sûriye, Îran û Iraqê ye, hevdîtin bi şandeya ji Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, Gulistan Kasim û Nursel Ozturk Burhenne re pêk anî.

Şandeyê der barê rewşa Kobanê de agahî da rayedarê NY'yê û  û bi bîr xistin ku NY destpêkê li hemberî komkujiya Şengalê bêdeng ma û gotin: "Hêvîdar in ku NY vê helwesta xwe li Kobanê dubare nake. Yên ku li hemberî komkujiyan bêdeng bimînin, ew bi xwe berpirsên komkujiyê ne."

Çalakgerên Kurd xwestin ku Sekreterê Giştî yê NY'yê Ban Kî Moon, ji bo Kobanê bangek lezgîn bike. Çalakgeran her wiha, xwestin ji bo xurtkirina berxwedana şervanên YPG'ê ya li dijî DAIŞ'ê, çekan bidin şervanên YPG û YPJ'ê.

JI RAYEDARÊ NY'YÊ ÎTÎRAFA ROJAVA

Rayedarê UNHCR Norbert Torsien ragihand ku ew ê tavilê daxwazên çalakgeran ji navenda NY'yê ya li New Yorkê re ragihîne. Trosien îtîraf kir ku ew di mudaxelekirina Rojava de dereng mane û dereng tevdigerin. Nûnerê NY'ê da zanîn ku der barê jimara penaberên Kobanî yên derbasî Tirkiyeyê bûne de agahiyên ji hev nagirin tên dayin û diyar kir ku ji bo karibin baştir alîkariya penaberan bikin, dixwazin li Dîlokê an jî bajarekî din ê li ser sînor nûnertiya NY'yê vebikin.

Xwepêşandana li ber avahiya NY'yê bi dawî bû. Tê payin ku çalakgerên greva birçîbûnê sibê saet di 14.00 de, bi rayedarên Wezareta Derve ya Elman re hevdîtin pêk bînin.