Kurd tevî dostên xwe li Sydneyê meşiyan

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hatin şermezarkirin.

Li Sydneyê Kurd tevî nûnerên gelek rêxistinên civakî û parlamenteran li meydana Town Hallê li hev kom bûn.

Parlamenterê Partiya Keskan Davîd Shoebrîdge li qada çalakiyê axivî û nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk da.

Shoebrîdge destnîşan kir ku sûcên şer ên dewleta Tirk divê bêceza neyên hiştin û bang li hikumeta federal kir ku bi vê armancê bikeve nava liv û tevgerê. Shoebrîdge got, "Tişta ku niha dewleta Tirk li Rojava dixwaze bike paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdane" û banga xwedîderketina li Kurdan kir.

Ji komîteya amadekar a çalakiyê Brûsk Aîverî jî ji bo bidawîbûna êrişan bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Peter Boyle bi navê Tifaqa Sosyalîst axivî û bang li her kesên ku ji demokrasî û mafên mirovan bawer dikin kir ku li dora Şoreşa Rojava bicivin û got, "Divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne û bibe dengê şoreşa Rojava."

Di meşê de tim û tim li dijî dagirkeriyê û sûcên şer dirûşm hatin qîrîn.