Îro jî dîsan rejima AKP’ê li gelek bajaran li ser BDP’ê, çapemeniya Kurd û rêxistinên sivîl yên civakî terora polîsan meşand. Li Wan, Îdir û Mêrsînê herî kêm 51 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên KCK’ê yên hikumeta AKP’ê piştî hilbijartinên şaredariyê yên 2009’an ku partiya fermî ya Kurdan serkeftinek dîrokî bidestxist, nêzî 4 salin didome. Di nav de hilbijartî, rojnamevan, sendîkavan, parêzer, parazvanên mafê mirovan, akademîsyen, nivîskar, zarok, xwendekar û aktîvîstên jin jî heyî bi hezaran kes di operasyonên KCK’ê yên dawiya wan nayê de hatin girtin. Di dîroka Tirkiyeyê de jî operasyona binçavkirin û girtinê ya bigirseyî jî di van salên dawî de çêbû. Li gel operasyonên KCK’ê di çarçoveya zagonên dij-terorê hema bêje her roj binçavkirinên siyasî çêdibin.
Îro jî li Wan, Îdir û Mêrsînê operasyon hebûn. Di nav kesên hatin binçavkirin de rêveberên herêmî yên BDP’ê, alîkarekî şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, aktîvîstên jin û zarok jî hene.
Li Wanê serê sibê polîsên AKP’ê di ser avahiya Şaredariya Wanê û gelek mal û saziyên din de di bin navê KCK'ê de serdegirtin pêk anîn. Di serdegirtinan de 23 kes hatin binçavkirin. Polîsan di ser hemû depoyên şaredariyê, rehabilitasyona navenda sewalan, Midurtiya Îmarê, amîrên şaredariyê û mala Wekîlê Şaredarê Wanê Saît Abî, buroya Ajansa Nûçeya ya DÎHA, Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat, malên Saît Kantarcioglu, Selim Bozyigitîn, mala Şaredarê Eganîsê ya Erdîşê Veysel Keser û gelek malên din de girtin. Polîsan di lêgerînê de alav û amûrên komputera şaredariyê, kartên wênekêşan ên ajansa DÎHA'yê û fotokopiyên daxuyaniyan, CD û flaş desteser kir. Lêgerînên li buroya ajansa nûçeyan DÎHA û Nûnertiya Azadiya Welat nêzîkî 2 demjimêr û nîvan berdewam kir. Polîsan li Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat a Wanê jî gelek pirtûk, arşîv û hard dîsk desteser kirin.
Piştî ku serdegirtin hate bihîstin gelê Wanê li ber konê weke avahiya BDP’ê ya bajar tê bikaranîn kombûn. Bisloganên “Zext me bêzar nakin” operasyon protesto kirin û ber bi Kolana Sanatê ve meşiyan. Piştî serdegirtinê Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer çû serdana kona bajar.
Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne:
Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyin Dag, Seroka Giştî ya Melîsa Bajar Semira Varli, Cîgirê Şaredar Selim Bozyigit, Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, Şêwirmendê Şaredar Saît Kantarcioglu, Endamê Meclîsa Bajar a Wanê Senar Elter, Hevserokên BDP'a Wanê Fevziye Şîran, Yakup Ataş Rêveberê BDP'ê Naîf Ograş, Habîb Abî, rêveberê BDP'e yê berê Naîm Işik, Yakup Ataş, Nacî Erkol, Îbrahîm Alkan, Îhsan Arslan, Îsmaîl Demîr, Muselma Pala, Serokê BDP'a Elbakê Salahattin Bozkurt, Mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê yê berê Nimet Ege, Meral Gungor, endamê Meclîsa Şaredariya Wanê Adil Adiyaman, endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Rûkiye Aslan, endamê Egitim Sena Erdîşê Abubekir Dîkmen, Mustefa Toprak.”
LI MÊRSÎNÊ 13 BINÇAVÎ
Operasyona li navçeya Akdenîz û Toroslar yên navenda Mêrsînê hatin kirin. Polîsên ku di demjimêr 05.00’an de di ser dehan malan de girtin bi îdîaya ku, “tevlî xwepêşandanê korsan bûne” û “endamên rêxistinê ne” 13 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê.
Serdegirtinên malan li taxên Kurt Alî û Şevket Sumer yên Torosê pêkhatin, yek jê zarok 8 kes hatin binçavkirin. Ji vana navê 7 kesê hatine zanîn wiha ne: Cîhan Kokbalik, Seyîthan Akdogan, Yener Aydin, Ozgur Bozkurt, Sedat Sarihan, Sînan Acar, H.A.(16), hate ragihandin ku, ciwanê bi navê Yener Aydin astengdare.
LI ÎDIRÊ 15 BINÇAVÎ
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Îdirê serê sibê li Îdirê di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Cîgirê Şaredarê Îdirê Elîf Daggul, endamê meclîsa Şaredariyê Cengiz Savaş, Gozel Onder, Ahmet Adiyaman, Ayşegul Yaşar, Rêveberê BDP'ê Kadîr Ozsular, rêveberê BDP'ê Ferzende Abay, endamê KCD'ê Hasan Safa, endamê BDP'ê Cahît Aydin, Sadik Onder, Endamê meclîsa Halfelîyê Ahmet Semtaş xebatkarê BDP'ê Hamza û 3 kesên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.
15 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îdirê.
5 KES LI GEVERÊ HATIN GIRTIN
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 22'ê mijdarê de di serdegirtina malan de 15 kes hatibûn bûnçavkirin. Piştî karên îfadeyan sewqî Dozgeriya Geverê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 6 kes serbest hatin berdan û 9 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Pîştî îfadeyên dadgehê 4 kesên din serbest hatin berdan û ciwanên bi navê Devran Bor, Fettah Bor, Cîhan Demîr, Mustafa Tekîn û Tekîn Torsun jî bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne" û "Zirar dan malê cemaweriyê" hatin girtin.