Kurd li Kolnê ji bo Ocalan di çalakiyê de bûn
Li Kolnê ya Elmanyayê duh li ber dêra Domê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û ji bo ku balê bikişînin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke cuda kirin.
Li Kolnê ya Elmanyayê duh li ber dêra Domê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û ji bo ku balê bikişînin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke cuda kirin.
Di çalakiyê de ku pêwendiyeke zêde ya Elmanan û turîstên derdorê ji bo çalakiyê hebû gelek caran dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bi can,bi xwîn, em te re ne ey serok’, ‘bijî Serok Apo’ ji hêla Kurdistaniyan va hate berzkirin, her wiha çalakgeran bi Puzzleyên ku ji 99 parçeyan pêk dihat, pankarta ji Ocalan re azadî çêkirin.
Di çalakiyê de Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) daxuyaniyek da û tecrîda li ser Ocalan hate destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin cihê tecrîdê di hiqûqê de nîn e û li dijî vê divê her kes dengê xwe derxîne.
Çalakî piştî stranên endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ve stran hatin gotin qediya.