Kurd li Ewropa di mîhrîcana 22. de hatin gel hev
Kurd li Ewropa di mîhrîcana 22. de hatin gel hev
Kurd li Ewropa di mîhrîcana 22. de hatin gel hev
Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan, ji bo 22’emîn Mîhrîcana Çand Kurd a Navneteweyî ya li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê hatin cem hev. Kurdan ji bo Şengal alîkariya însanî û xweserî, ji bo pêvajoya çareseriyê mûzakere, ji bo Kurdistanê statu, ji bo Ocalan azadî xwestin û daxwaz kirin ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin.
Bi hezaran kesên ku şeva Înê ketin rê di saetê sibê de li sahneya mezin a li rex perava Çemê Rhein hatibû avakirin civiyan. Kesên bajarên dûr hatin piranî bi kolektîf bi otobusan ketin qadê. Yên din jî bi wesayîtên xwe yên taybet hatin.
DETAYÊN JI MÎHRÎCANÊ…
Kurdên bajarên Îskandînavyayê ji ber ku mîhrîcana xwe xwe bi xwe organîzekirin, zêdetir tevlîbûna wan bi girseyî çênebû.
Yên ji Hollanda, Fransa, Swîsre û Belçîkayê hatin li qadê gihiştin hev. Ancax di saetê nîvro de bi otobusan hatin. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) Yuksel Koç ku mîhrîcan organîze kir diyar kir ku ew dipên ku tevlîbûn li gorî salên din zêdetir be.
Şahiya ku di navbera du pirên li ser çemê Rhein pêk tê de, îsal beyî bîlet ketin qadê. Polîsê Elman li derdorê tedbîrên ewlehiyê girtin û organîzatorên mîhrîcanê jî tedbîrên ewlehiyê girtin.
Di konên ku li dora sahneyê hatin avakirin de li gel bernameyên çandî û siyasî, xwarin jî hat firotin.
Li qadê di konê balê dikişîne hunera dengbêjiyê hat zindîkirin. Li sahneyên posterê mezin ê Ocalan hat daliqandin. Her wiha pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ hat daliqandin.
Ji ber komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê di bernameya muzîkê de guherîn hatin kirin.
Li gorî salên buhrî îsal zêdebûna tevlîbûna organîzasyonên Kurd jî bal kişand. MLKP, Eniya Çep û organîzasyonên MLDP a Elman jî tevlî bûn.
Girseya li pêş sahneyê wêneyên Ocalan vekirin û alên PJAK, YPG û KJB’ê hildan.
Mîhrîcanê saet di 12.00’an de bi koroya zarokan destpê kir. Koroya Zarokan stranên xwe yên herî navdar ên Kurdî gotin.
Koroya zarokan a Dengê Mezopotamya di 2013’an de ava kirin û zarok hemû enstrumanên xwe bi xwe lê didin. Kom sala buhrî bi 70 kesî derket konserê û îsal jî bi 140 kesî li Saarbruckenê konser dabû. Ev konser bi zimanê Ermenî, Kurdî, Tirkî, Lazî û Çerkezî pêk hatibû. Mamosteyê komê Hasan Huseyîn Talas gotibû armanca wan ev e ku tevlî Newroza Amedê bibin.
Axaftina vekirinê jî hevseroka NAV-DEM’ê Yuksel Koç kir.
BILA PKK JI LÎSTEYÊ DERKEVE
Koç bang li gelê Kurd kir ku bi gelê Şengalê re bikeve piştevaniyê û got: “Bila her kes bizane ku gelê Kurd dest ji statuya xwe bernade.Têkoşîna gelê Kurd ji çareseriyê re pêşengiyê dike. Ev têkoşîn a hemû gelên Rojhilata Navîn e.
Koç diyar kir ku bi taybet piştî berxwedana Şengal û Mexmûrê hat nîqaşkirin ku PKK divê ji lîsteya terorê bê derxistin û got: “Ev biryarên ku di encama berjewendiyên siyasî û bêmaf hatiye girtin de hemû Kurdan krîmînalîze dike û li pêş pêvajoya siyasî blokajê ava dike. Em bang li YE û DYA’yê dikin ku PKK’ê ji lîsteyê derxin .”
LI QADA MÎHRÎCANÊ AKTÎVÎTEYÊN CUDA
Kon û standên li qada mîhrîcanê hatine vekirin bal kişandin. Di konan de hunera dengbêjiyê hat zindîkirin û hema li rex kon jî kaniyek bi navê ‘Kaniya Yado’ hat avakirin. Yenî Ozgur Polîtîkayê starta kampanyaya abonetiyê da destpêkirin û jinên Kurd jî di standên xwe de motîfên çandî derxistin pêş.
Her wiha standên pirtûkan jî gelek zêde bûn û gelek kesên ji welatên din hatibûn bi xizmên xwe re hatin cem hev û li qadê rûniştin.
Organîzasyonê Elewî, Êzidî û Misliman jî di mîhrîcanê de cih digirin û li rex sahneya mezin a biçûk jî ji bo hunermendên herêmî hat vekirin. Girseya li ser sahneyê civiya alên PJAK, KJB, YPG û MLKP’ê hildan.
Saet di 12.40’î de hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade derket ser dikê û da zanîn ku têkoşîna azadiya Kurd dê bi ser bikeve û Kemalîzade berxwedana gerîla YPG’ê silav kir.
MEŞA CIWANAN BI DAWÎ BÛ
Piştî Kemalîzade ciwanên ku bi rojan bû dimeşiyan derketin ser dikê. Meşa ku di 7’ê Îlonê de ji Hagenê destpê kiribû îro gihiştin qada mîhrîcanê. Nêzî 100 ciwan tevlî meşê bibûn.
MUSLIM: EM Ê ŞENGAL JI NÛVE AVA BIKIN
Piştî Koma Berxwedan a mohra xwe li 25 salên dawî yê cîhana hunera Kurd xist stranên xwe pêşkeşkirin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi dirûşmayên, “Şehid namirin” û “Bijî berxwedana Rojava" derket dikê.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derket ser dikê, xîtabî girseyê kir wiha got: “Şoreşa me şoreşa 29’an ne. Şoreşa Rojava tiştên ku şaş hatine nivîsandin di dîrokê de li ser gelê Kurd sererast dike û pergalek nû ji bo gelan ava dike. Ev têkoşîna Rojava ya hemû gelê Kurd e. Doza me doza mirovahiyê ye.” Muslim diyar kir ku dê gelê Êzidî carek din rastî komkujiyê hat lê hêzên wan bi hawara gelê Şengalê çû. Li Şengalê kêr gihiştibû hestî. Şengal êdî ceneta me ye. Em ê Şengala xwe ava bikin û ev êrîş ne tenê li hemberî Şengalê pêk hatiye di heman demê de li hemberî hemû gelê Kurd pêk hatiye.
Muslim da zanîn ku hêzên gelê Kurd pêşengiye ji azadî, berxwedan û mirovahiyê re dikin. Muslim bilêv kir ku ne mimkun e ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî YPG û YPJ’ê bi ser bikevin li Rojava. Muslim da xuyakirin ewên ku niha li hemberî DAIŞ’ê şer dikin ew in ên ku berê jî pêşengiya şoreşê ji gelê Kurd re kiribûne. Ev zarokên lehengan in. Yê ku dixwaze gelan biparêze divê ku bê gel me ji ber ku em gel diparêzin.
Muslim destnîşan kir ku divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin û wiha axivî: “Êdî gelê Kurd ne Kurdê berê ye hişyar bûye û ji bo mafê xwe bi dest bixin têkoşînek bêhempa didin. Ji bo gelê Kurd têkoşîna siyasî, dîplomatîk û demokratîk pêwîst e. Li hemberî destkeftiyên dîrokî divê ku ev dest bidin hev û van destkeftiyên pîroz biparêzin û çeteyên hov dê têk bibin û serkefin ya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Muslim herî dawî destnîşan kir ku dê tu caran şervanên azadiyê têk neçin û dê gelê Kurd biparêzin divê her kes vê baş bizane. Axaftinên Salih Muslim bênavber bi dirûşmayên ‘Bijî berxwedana YPG’, ‘Bijî berxwedana HPG’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin birîn.
Hevserokê Federasyona Êzidiyan a Ewropa Alî Atalan,jî diyar kir ku gelê Kurd bi xwedîderkeftina li Şengalê da diyar kirin ku tu hêz nikare gelê Kurd têk bibe û wiha got: “Em weke federasyona Êzidiyan dixwazin ku hê bêhtir xwedî li gelê Êzidî were derketin. Armanca me azadkirina Şengalê ye. Divê em hêza Şengalê zêde bikin û divê em fermana 73’an bi cîhanê bidin qebûlkirin. Em weke Êzidî ji niha û şûnde bê statû jiyanê qebûl nakin em statuya xwe dixwazin.”
YUKSEKDAG: BILA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di mîhrîcanê de axivî, bang li welatên Ewropa kir, xwest PKK’ê lîsteya ‘rêxistinên terorê’ derxin û got: “Ev daxwaza gelekî ye, daxwaza bi milyonan e.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya di mîhrîcanê de ku xîtabî bi dehhezaran kir got ku silavên Qendîl, Mexmûr, Hewlêr, Rojava, Amed û Stenbolê anîne.
Yuksekdag bal kişand ser têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û got: “Ev berxwedan berxwedana diyarkirina azadiya gelê me ye.”
Yuksekdag daxuyakirin ku wê dest bidin hev û çeteyên DAIŞ berteref bikin. Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: “Ez ji bajarekî Ewropayê bang dikim. PKK'ya ku we heta îro wek terorîst îlan kir, li Rojhilata Navîn îro li hemberî hovîtiyê yekane parêzvanê nirxê mirovatiyê ye” û wiha pirs kir: “Wê demê terorîstê rastî kî ye?”
Yuksekdag da xuyakirin ku PKK li Şengal û Mexmûrê destaneke mezin a mirovatiyê nivîsandiye û got: “PKK ne terorîst e. Terorîstên rastî hêzên emperyalîst ên navneteweyî ne. tavilê dest ji vê şaşîtiya xwe berdin. Hêzên berxwedana rewa ji lîsteyên terorê derxin. Ev daxwaza gelekî ye. Ev daxwaza milyonan ne. Ev daxwaza tevahî gelên herêmê yên ji bo pêşeroja xwe ava bikin derketine rê ne.”
Yuksekdag di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şoreşa Rojava û berxwedana li dijî DAIŞ û wiha axivî: “Bila her kes baş bizane wê ev îrade û destkeftî tenê bi Rojava re sînor nemÎne. Li Şengalê û Nînova ji bo rêveberiya cewherî ya nû û yekîtiya parastina cewherî pêk were gav tên avêtin.”
Di mîhrîcanê li ser navê Meclisa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropa jî endamê Ermenî yê Meclisê Alexis Kalk û ji Partiya Keskan a Elman Arîf Onal axivî. Hunermenda ciwan Hanî bi stranên xwe yên enerjîk girse coşand. Herî dawî Necmedîn Xulamî yê derket ser dikê.
Hevserokê Kongerya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCD-E) Murat Ceylan axivî. Ceylan diyar kir ku ji bo Kurdan pêwîstî bi yekîtiyeke siyasî, leşkerî û aborî heye û ji bo çareseriyê jî konfederasyona Rojhilata Navîn a demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye destnîşan kir. Ceylan ji bo gelê Şengalê jî ji gelê Ewropa xwest ku piştgiriya xwe ya manewî û madî zêde bikin û ji dewletên rojavayî jî xwest ku PKK ji lîsteyên terorê derxin.
Beşdarên mîhrîcanê saet ji 18.00’an şûn ve belav bûn. Beşdaran berê xwe dan otobusên li derdora qadê park kirine. Wê hin ji wan otobusan heta sibeha Yekşemê jî di rê debin.