Lêkolîner Akîf Botan ji radyoya Dengê Welat re, têkilî grevên birçîbûnê, bandora wê ya li ser hilbijartinê encamên hilbijartinê axivî.
Lêkolîner Akîf Botan ji bo berxwedanên grevê birçîbûnê got, '‘wê ev berxwedan wek rûpelên zêrîn di dîroka gelê Kurd de werê nexişandin.'’ Botan, bi berdewamî bal kişande ser encamên grevên birçîbûnê û wisa got:
“Ji bo gelê Kurd her daîm berxwedana li hember zilm û zordariyê, ji bo azadiyê, ji bo serxwebûnê tişta serbilindî û şahnaziyê ye. Yên ku îro vê berxwedanê temsîl dikin û pêşengtiyê ji van re dikin grevên birçîbûnê ne. Îro bi pêşengtiya heval Leyla û Nasir, hemû hevalên li zindanan û derveyî zindanan ev grev tê meşandin. Ev heval di xeta berxwedanê ya gelê Kurd de îro pêşeng in. Wê ev berxwedan jî wek rûpelek zêrîn di dîroka gelê me de cihê xwe bigre û ji niha ve jî girtiye. Dema em bahsa grevên birçîbûnê dikin, ji vê şûn de ez di wê baweriyê de me encamên hîn mezintir derkevin holê. Ji ber ku ev berxwedan bingeha xwe ji dîroka gelê Kurd digre û hatiye heta roja me ya îro. Armanca van grevan heye û ev bexwedan hê negihîştiye vê armanca xwe. Slogana wê jî diyar e; '‘em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê bin bixin, Kurdîstanê azad bikin.’'
Botan eşkerebûna tecrîdê, dîsa fêmkirina tecrîdê weke destkeftiyeke mezin şîrove kir û di bi berdewamî got, ü “Berê dema bahsa tecrîdê dihat kirin herkesî digot; ‘tenê însanek di tecrîdê de ye. Tengav bûye.’ Lê belê îro hîn zêdetir eşkere bûye ku tecrîdkirina Rêbertî tecrîdkirina hemû civaka Kurd e. Ne tenê civaka Kurd jî tecrîdkirina hemû Tirkiyê ye. Jixwe ya ku vê tecrîdê pêş dixe faşîzm bi xwe ye. Faşîzm ji bo ku di vî şerî de bi ser bikeve vê tecrîdê pêş dixe. Divê tecrîdê wek sembol li ser Rêber Apo pêş xistibe lê belê li ser hemû civaka Tirkiye û Kurdîstanê berbelav kiriye. Îro herkesî ev dîtiye û ya ku ev şêmber kiriye, xistiye ber çavên herkesî, daye fêmkirin jî ev çalakiyên grevên birçîbûnê ne. Ya girîng ev e. Îro hevalên di greva birçîbûnê de ne li ser navê hemû Kurd, Kurdistan û Tirkiyê vê berxwedanê dimeşînin. Li dijî tecrîdê ev berxwedan ji bo azadiyê ye. Ji bo azadiya Kurd e, ji bo hemû Tirkiyê û demokrasîxwaza ye. Çima? Ji ber ku li hember faşîzmê ye. Faşîzm li ser hemû însanan tê meşandin. Ger tecrîda li ser Rêbertî werê şikandin elbet ev faşîzm wê paş de bikeve. Ji vir despêkirin pir girîng bû. Ji ber wê yekê zanebûna tecrîdê ji bo civaka me mûhîm bû. Ev tiştekî bi nirx e. Grevên birçîbûnê di despêkê ev zanebûn da avakirin. Heta ev baş neyê dîtin wateya vê tecrîdê jî baş naye fêm kirin û bersiva ji vê tecrîdê re tê dayîn û berxwedêrên her roj ji bedena xwe dilop dilop dihelînin jî nayên fêm kirin.”
'ÇALAKIYÊN PIŞTGIRIYÊ HENE LÊ NE BES IN'
Lêkolîner Botan, berxwedêrên grevên birçîbûnê silav kir û bal kişand çalakiyên piştgirî yên ji bo grevên birçîbûnê û wisa got:
“Ji niha ve berxwedêr bi sedan roj derbas kirine û her roj ev berxwedan kûrtir dibe. Pêl bi pêl di nav civakê de jî belav dibe. Berê herkesî digot; ‘wê bi zîndanan re sînordar bimîne.’ Lê belê îro dide dîyarkirin ku bandora vê berxwedanê li tevahî mirovahiyê belav bûye. Ev ji nedîtî ve nayê dîtin. Îro grevên birçîbûnê bûye rojeva dinyayê. Di her deverê dinyayê de însanên demokrasîxwaz, aşîtîxwaz teqez vê berxwedanê dibînin û li gel vê berxwedanê ne. Çima? Ji ber ku talebên herî rewa yên mirovahiyê ne. Însanek çima bedena xwe dilop bi dilop bihelîne? Ji bo armancekê dihelîne. Bi sedan, bi hezaran însan bedena xwe dilop dilop dihelînin da ku tecrîd rabe. Ji bo demokrasî were, ji bo azadiyê vê dikin. Ev çalakî xwedî qedrekî cuda ye. Çalakî ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê tên kirin lê belê divê çalakiyên cur be cur werin li dar xistin. Çalakiyên ku tên kirin divê li her derî û her tim be. Dibê ku meşeke bi meşale ya bi şev tê kirin têr neke. Ji bo wê ji destê kî çi tê divê bike. Pêwîst e em bi vî awayî nêzî çalakiyan bibin û divê em çalakiyên xwe bi sînor nekin. Hin çalakiyên aborî dibin, hin çalakî şev dibin, hin çalakî jî roj bidin. Çalakiya deng derxistinê dibin. Bi her awayî çalakî dibin. Lê belê divê em çalakiyên xwe bi rêxistinî bikin. Çalakiyên ferdî ne li zîndanan ne jî li derve divê em nekin. Pêwîst e em çalakiyên ku hemû civakê dixe nav xwe esas bigrin. Li ku derê dêh kes, pênc kes hatin gel hev bila di nav çalakiyê de bin. Ev pir girîng e û ev rojev rojeva gelê Kurd e. Her mala Kurd divê çalakiyên grevên birçîbûnê bixe rojeva xwe û li hember van çalakiyan erka ku dikeve ser milê wê/wî nîqaş bike. Her însanê Kurd li ku rûnişt pêwîst e vê peyamê ji bo xwe bigre. Her însanê Kurd şev dema diraze divê bifikire û bibêje; ‘ez dikarim ji bo vê çalakiyê çi bikim’ Sibe rabe û wê çalakiya xwe pêk bîne. Divê sikak bi sikak, tax bi tax, bajar bajar gel werê gel hev û deng derxe û li vê çalakiyê xwedî derkeve. Heta niha xwedî lê derketiye, divê ji vê şûn de hîn bêtir xwedî lê derkeve. Di cihekî de wek civak, wek gel ger em bisekinin em bizanibin ku faşîzm wê dîsa rabe ser piya û wê dîsa bi ser keve. Heta ev çalakî negihê encamê tu carî divê sekin ji me re çênebe. Ji bo vê her însanê Kurd, her jina Kurd, her ciwanê Kurd divê rojeva xwe bike yek. Ji vir şûn de êdî ev rojevên me yên din ji holê radibin. Tekane rojeva gelê Kurd berxwedana zindana ye, şikandina tecrîdê ye, serxistina vê çalakiyê ye. Dema em bi çalakî bûn em ê bi ser kevin û em ê hêviya serkeftina faşîzmê bişkînin. Dema em bi çalakî bûn em derb li wan dixin û em hêz didin çalakgerên xwe, em hêz didin pêşengên xwe, em hêz didin berxwedêrên xwe.”
'NE ÇALAKIYêN TAKEKSÎ LÊ YÊN RÊXISTINÎ WÊ BI SER BIXIN'
Botan li ser çalakiyên canbexşanê yên ku li zindanan çêdibin jî nirxandin kir û wisa got;
“Hemû şehîdên me yên berxwedanê ji bo gelê Kurd cihê serfirazî, serbilindî û rûmetê ne. Gelê Kurd xwe bi şehîdên xwe ji nû ve afirandiye. Kurdê azad bi bedel hatiye afirandin. Ev bedel hîn jî tên dayîn û yê werin dayîn jî. Em vê baş dizanin. Li hember faşîzmê berxwedan bedel dixwaze. Çi li zindanan dibe, çi li serê çiya dibe, çi li qadên din dibin li hemberî faşîzmê berxwedan bê bedel nabe. Herkes vê dizane. Di dinyayê de hemû berxwedan bi vî awayî bûne. Bi bedel azadî hatiye bi dest xistin. Kes bi destê xwe azadiyê nade kesî. Kes azadiyê bexşî kesî nake. Azadî tê bi dest xistin. Ji bo vê jî gelê Kurd bi zarokên xwe yên herî pîroz û bi nirx vî bedelî didin. Ji ber vê yekê azadî ewqas bi nirx e, pîroz e, bi qedr û kiymet e. Însanên me yên herî ciwan, herî bedew di vê berxwedanê de em didin. Gelê Kurd vê bedelê dide û heta dawiyê jî li van şehîdên xwe xwedî derdikeve. Ev berxwedan berxwedaneke dîrokî ye. Bes, wek rêvebirên PKK’ê jî daxuyanî dan; ev berxwedan di heman demê de berxwedaneke rêxistinkirî ye. Berxwedaneke rêxistinî ye, ne berxwedaneke takekesi ye. Bi helwestên takekesî serxistina berxwedanê pêk naye. Ji bo hemû hevalên zîndanan daxwaza me, bendewariya me ew e; hevalan pêşengtî kir, ev ji bo me cihê serfiraziyê ye. Îro ev berxwedan bûye malê tevahî dinyayê. Ji ber wê yekê jî pêdivî bi van çalakiyên takekes tûne ye. Divê teqez ev çalakî werin rawestandin. Ji xwe heval di berxwedanê de ne. Berxwedan di nav berxwedanê de pêş dikeve. Ez cardin dibêjim; peyama hevalan hatiye girtin. Li hûndir û derve li derdora wê bangê civak bûye yek, bûye xelek. Ya girîng ew e ku em vê berxwedanê heta dawî bibin û bi ser kevin. Ji bo vê jî derveyî rêbazên rêxistinkirî em tû rêbazî ji xwe re esas negrin. Li her deverî gelê Kurd li derdora vê peyamê, vê banga hevalên li zindanan ku di şert û mercên herî zehmet de bilind kirine bûne yek. Gelê Kurd ev peyam girtiye. Li her derî gelê Kurd biryara berxwedanê daye. Çima? Ji ber ku gelê Kurd êdî tama azadiyê girtiye. Ji vê şûn de li hember civaka Kurd, li hember mirovê azad ê Kurd tu faşîzm nikare bi ser keve. Ji xwe li pêş xistina vê çalakiyê jî ev helwest diyar e. Êdî ne mûmkûn e li hember azadiyê faşîzm bi ser bikeve. Lê belê teqez ev xwedîderketin têrê nakin. Li hember faşîzmê hevalên me li milekî xwe dilop dilop dihelînin lê belê gelê Kurd divê hîn zêdetir di nav çalakiyan de be. Hîn bêtir bi helwesteke xurttir piştgirî bide çalakgeran. Em li hember dijmin ne di nav berxwedaneke demkî de ne. Ev berxwedan berxwedaneke demdirêj e. Berxwedana hevalên zindanan jî berxwedanên demdirêj in. Ji bo gelê me jî ev wisa ye û wê bedelên me hîn girantir jî bibin. Faşîzm hema ji nişka ve bi bin nakeve. Hema bi şûn de gav jî navêje. Yên ku azadî dixwazin jî divê hîn xurttir, hîn rêxistinkirî di nava tekoşînê de bin, di nava berxwedanê de bin.”