Kurd bi coş beşdarî meşa “Roma nayê firotin” bûn
Biryara girtina saziyên civakî yên li paytext Roma ya Îtalyayê û derdorî wê, bi meşekê ku bi hezaran beşdar bûn ve hate protestokirin.
Biryara girtina saziyên civakî yên li paytext Roma ya Îtalyayê û derdorî wê, bi meşekê ku bi hezaran beşdar bûn ve hate protestokirin.
Meşa ku bi dirûşa “Roma nayê firotin” hate lidarxistin Komelaya Çanda Kurd a Ararat jî beşdarî meşê bû û piştgirî kir.
Meşa ku bi beşdariya Kurdan rengekî cuda derxist holê, Kurdistaniyan biryara Eûtelsatê ya li ser girtina televîzyonên Kurdî jî protestokirin.
Endamên Komeleya Çanda Kurd a Ararat di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ’ê bilind kirin.
Di meşa belavok hatin belavkirin de tim dirûşmên “Kujer Erdogan, ji Kurdistanê derkeve”, “Ararat nayê girtin” û “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin.