Kûleya Eiffelê ji ber grevê hate girtin
Kûleya Eiffelê ji ber grevê hate girtin
Kûleya Eiffelê ji ber grevê hate girtin
Kûleya Eiffelê ji ber çalakiya zêdekirina mûçe û sererastkirina şertên xebatê, hate girtin.
Di nav de sererastkirina şert û mercan, zêdekirina mûçe û gelek daxwazên din jî heyî sendikaya CGT banga grevê kir, ji ber vê sedemê Kûleya Eiffelê hate girtin. CGT nûnertiya piraniya 300 karkerên di Kûleya Eiffelê de dixebitin dike.
Kûleya Eiffelê di sala 1889’an ji aliyê Gustave Eiffel ve hatiye avakirin. Ji dîroka hatiye avakirin heya niha 250 milyon kesan serdana wê kiriye. Kûleya Eiffel ku di cîhanê de sembola Fransayê ye, di rojê de 7 milyon kes serdana wê dikin (sedê 75 biyanî). Ji ber vê Eiffel di cîhanê de yekem avahîsaziya bipere ya herî zêde tê ziyaretkirin.