Kûlaçoglû dîsa hat binçavkirin
Taylan Kûlaçoglû, ku di çarçoveya lêpirsîna Redhack de beriya niha hatibû binçavkirin û girtin, îro danê sibehê cara sêyemîn hat binçavkirin.
Taylan Kûlaçoglû, ku di çarçoveya lêpirsîna Redhack de beriya niha hatibû binçavkirin û girtin, îro danê sibehê cara sêyemîn hat binçavkirin.
Parêzer Firat Dûrak bibîr xist, ku di binçavkirina duyemîn de Kûlaçoglû demekê li girtîgehê hat girtin û piştre bi şertê kontrola edlî hat berdan. Dûrak diyar kir, muwekîlê wî ji sala 2013'an û vir ve nikare derkeve derveyî welat û hefteyê du caran neçar e biçe îmzeyê bide. Dûrak got," Tevî ku em sûcê pê tê sûcdarkirin nizanin jî, Taylan Kûlaçoglû di çarçoveya lêpirsînekê de ji Enqereyê tê meşandin cara sêyemîn hat binçavkirin. Yên ku piştî her çalakiya Redhackê, Kûlaçoglû binav dikin, ez dengê xwe li we dikim. Serê me bilind e."
Redhackê maila zavayê Erdogan Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak bi dest xistibû û dabû xuyakirin, ku rojnamevanên bixwaze, dikare bide wan.