Kujerê Nîmet Çagan hate girtin
Kujerê Nîmet Çagan hate girtin
Kujerê Nîmet Çagan hate girtin
Li Stenbolê Şerîf Çagan ê hevsera xwe Nîmet Çagan a dixwest hevdu berdin qetil kir, hat girtin.
Li Bagcilar a Stenbolê Şerîf Çagan ê hevsera xwe Nîmet Çagan a 39 salî ku dixwest hevdu berdin bi kêran qetil kir, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Çagan ê piştî bûyerê hat girtin dema karûbarên wî yên li emniyetê qediyan danê sibê sewqî edliyeyê kirin. Çagan di îfadeya xwe ya ligel polîsan de got, "Berî niha bi 3 salan em ji Mêrdînê hatin Stenbolê. Ji wê demê ve nêzîkatiyên hevsera min hatin guhertin. Ji ber vê yekê di navbera me de timî nîqaş çêdibûn.”
Nîmet Çagan ji ber şîddeta pêre rûbirû mabû di sala 2012’an de serî li polîsan dabû lê tedbîrên pewîst nehatibûn girtin.