Kûbîlay: 20’ê Mijdarê ji bo mezinkirina berxwedanê em ê bicivin

Berdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay, diyar kir ku wê di civîna berfireh a 20’ê Mijdarê lidar bixin de, wê nexşereêya nû û mezinkirina berxwedanê biryaran bigirin.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Kûbîlay got civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan didome û mijarên wek tayînkirina qeyûman, operasyonên li dijî HDP’ê û geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dikin.

Kûbîlay bi bîranîna 82’yemîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrên wî dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku tiştên li Dersimê qewimîn niha jî bi destê AKP’ê li ser kurdan didome û li tevahiya herêmê belav bûye.

Kûbîlay bal kişand tayînkirina qeyûman ser şaredariyên HDP’ê û got heta niha qeyûm tayînî 20 şaredariyên wan hatine kirin û îro jî 4 hevşaredarên wan ên Stewr, Şemrex, Dêrik û Pirsûsê hatin binçavkirin.

ÊRIŞÎ ÎRADEYA JINA AZAD DIKIN’

Kûbîlay da zanîn ku hevşaredarên wan ên îro hatine destgîrkirin tev jin in û got: “Tayinkirina qeyûman di heman demê êrîşa li dijî îradeya jinên azad e. Hem jî ev êriş di hefteya 25’ê Mijdarê de pêk tên û êrîşên AKP’ê yên li dijî vîna jinan dewam dikin. Her wiha çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê tên astengkirin û qedexekirin. Ev jî nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî têkoşîna jinan dide nîşandan. Heta niha 32 hevşaredarên me hatine destgîkirin û 14 ji wan hatine girtin.”

'QEYÛM HER TIŞTÎ DESTESER DIKIN’

Kûbîlay anî ziman ku bi rêya qeyûman îradeya gel tune tê hesibandin û got: “Bi desteserkirina vînê re namînin û qeyûm li şaredariyan talanê û diziyê pêk tîne. Qeyûm her tiştî desteser dike. Qeyûmên serdema bihûrî 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin. Raya giştî û gel kes nizane ka ev qeyûm malê xelkê çawa bikar tînin û çi bi pereyên xelkê dikin.”

'REWABÛNA DARAZÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Kûbîlay bal kişand ser rewşa darazê jî û wiha got: “Sepanên derveyî hiqûq û li dijî rewabûnê nayên pêk tên. Daraz bi devê îktîdarê kiras li qanûnan dike. Şirket anketên baweriya ji bo darazê dikin. Xelk bi piranî dibêje ‘baweriya me bi darazê nemaye.’ Yanî ji sedî 90’ê civakê ku baweriya wan bi darazê nayê, biryarek ku ev daraz bide jî qet û qet ne rewa ye.”

‘DADGEH WEK ŞAXÊN QESRÊ DIXEBITIN’

Kûbîlay diyar kir ku li ser fermana îktîdarê bi destê daraz û polîsan zextên li ser partiya wan her ku diçin zêde dibin û her roj ciwan, jin û bi dehan kesên endamên partiya wan tên destgîrkirin û êşkence li wan tê kirin. Kûbîlay got wê ew roj were ku ev daraza bêhiqûqiyan dike cihek ku pişta xwe bispêrinê wê tune be û wê ev îktîdra otorîter jî nikaribe wan rizgar bike. Kûbîlay destnîşan kir ku dadgehên dixebitin jî wek şaxên Qesrê dixebitin.

'EM XETA BERXWEDANÊ AVA DIKIN’

Kûbîlay da zanîn ku êrîş tenê bi qeyûman ve ne sînorkirî ye bi gelek aliyan zext li ser partiya wan hene û em li dijî van êrişan xeta berxwedanek rewa û demokratîk ava dikin û bila her kes jî dizanibe wê vê tim berdewam bikin. Kûbîlay got ew ê wek HDP’ê di dawiya civînên wan navendî de wê geşedanên siyasî û zextên li ser partiya xwe binirxînin û encamname ango nexşrêya partiya xwe bi raya giştî re eşkere bikin.

‘CIHÊ ÇARESERIYÊ NE WASHINGTON E, KOBANÊ YE’

Kûbîlay bal kişand ser hevdîtina Serokkomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trûmp jî û got: “Li Emerîkayê têkildarî malbata Erdogan çi hat axaftin? Divê ev yek were eşkerekirin. Diçe li Emerîkayê jî dibêje ‘pirsgirêka min bi kurdan re nîne.’ Nikare bêje ‘ez ne dijminê kurda me.’ Vegotina her tiştî ya ji Trûmp re jî îfadeya têkçûnê ye û bêçaretiya wan e. Tu wateya gotinên Erdogan nemaye. Radibe û li Emerîkayê pesnê xwe yê penaberan dide. Dixwaze xwe bi penaberan bide qebûlkirin. Lê pereyê daye û dide çeteyan jî nikare eşkere bike. Divê tu û hûn li Emerîka û Rûsya li çareseriyê negerî, lazime hûn li Kobanê û li Qamişlo li çareseriyê bigerin.”

‘BI ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê HESKÎFÊ TALAN DIKIN’

Kûbîlay bal kişand ser hilweşandin û talankirina Heskîfê û wiha got: “Zîhniyeta DAÎŞ’ê ku Palmîrayê hilweşand û zîhniyeta ku Heskîfê hildiweşîne û dixe bin avê heman zîhniyet e. Ti ferq di navbera wan de nîne. Dîroka gelan, şaristanî û kevneşopiya bi hezarê salan tê wêrankirin. Geliyê Dîcleyê jî talan dikin.”