Erebîstana Siûdî, Misir, Bahreyn, Mîrnişînên Ereb ên yekbûyî û Yemenê, welatê Qatarê sûcdar kirin ku piştgiriyê dide DAIŞ'ê û El Qaîdeyê, bi vî rengî herêmê ne aram dike û têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi vî welatî re birîn. Ev bûyerên heman piştî serdana Trûmp a li Erebîstana Siûdî rû da û nêzbûna Qatarê ya li aliyê Îranê; kir ku nîqaşên li ser jihevketina yekîtiya Îslamê ya Sûnî bên kirin. Tirkiye jî di navenda vê krîzê de bi cih bû.
Serokkomarê ji partiyekê Recep Tayyîp Erdogan, vê gavê xwe daniye aliyê Qatarê û ne tund jî be aliyê xwe diyar kiriye. Encamên vê gavê wê di rojên pêş de werin dîtin. Baş e, gelo çima AKP xwe dide aliyê vî welatî, ku hema bêjin tevahiya herêm li hemberî xwe rakiriye?
Atmosfera siyasî û herêmî têra bersiva ji bo vê pirsê nake. Hikumeta AKP'ê demeke dirêj e têkiliyên xwe yen aboriyê yê bi Qatarê re zêde kiriye, bi hatina pere û razemeniya ku 'çavkaniya xwe ne diyar' hewl dide aboriya Tirkiyeyê ya li ber têkçûnê ye, li ser piyan bigire.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî yê ji Aboriyê Berpirsyar û Prof. Dr. Beyza Ustun, encamên gengaz ên krîza Qatarê li ser aboriya Tirkiyeyê, rewşa herêmî û siyasî, ji ANF'ê re nirxandin.
RABÛNA HERÊMÊ LI BER QATARÊ
Sezaî Temellî ev krîz weke gavek li dijî bikaranîna hêza aborî ya Qatarê ji bo têkiliyên qirêj ên li herêmê nirxand û got, "Bi taybet, gavek ji bo birîna rêya çavkaniya çek û fînansê ji bo DAIŞ'ê hatiye avêtin. Bêguman ez mijara Îranê datînim aliyekî û vê dibêjim. Cîhana rojava ev demeke dirêj e li ser hilewşandina vê tevnê daxivî. Hê jî li Ewropayê gelek nivîs li ser têkiliyên Erdogan û Qatarê tên nivîsandin."
Prof. Dr. Beyza Ustun jî di wê baweriyê de ye, ku li gel zerara krîza Qatarê bide aboriya Tirkiyeyê jî, divê aliyên aborî û siyasî yên vê krîzê ji hev cuda neyên nirxandin. Ustun mîna Temellî destnîşan dike, ku ev gava li dijî Qatarê hatiye avêtin, resteke siyasî ya welatên herêmê ye, ku li dijî desteka tê gotin Qatar dide El Qaîde, DAIŞ û Biratiya Misilman. Di nava sedemên vê krîzê de Prof. Dr. Ustun her wiha balê dikişîne ser mijareke cuda: "Ya rast, têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn vê restê diyar dike. Ya ku krîz ewçend zelal kiriye û gihandiye asta ku êdî nema dikare ji nedîtî ve were, têkoşîna mezin dibe û têkçûna DAIŞ'ê ye."
VALAHIYA CARÎ YA TIRKIYEYÊ DIGIRE
Temellî di mijara têkiliyên navbera Qatar û Tirkiyeyê de işaret bi hatina pere û sermayeyeke ku çavkaniya xwe nediyar e û got, "Li gorî xebateke di vî warî de hatiye kirin ya jî çavdêriyên hatine kirin, ev çavkanî ji welatên Kendavê tên. Dema qala welatên Kendavê tê kirin jî, ewilî Qatar tê hişê mirovan. Aboriyeke gelekî xurt a Qatarê heye. Salane zêdeyî 45 mîlyar dolar zêdehiya xwe ya carî heye. Vî pereyî jî bi giranî dide welatên ku valahiya xwe ya carî heye û bi vî rengî bi kar tîne. Di nava van welatan de jî Tirkiye di rêza yekemîn de ye. Li Tirkiyeyê valahiyeke mezin a carî heye."
MEHKÛMIYETA TIRKIYEYÊ
Ustun diyar kir, Qatar ku destekê dide çeteyên DAIŞ'ê, di heman demê de welatekî ku li Tirkiyeyê razemeniyê dike û aboriya Tirkiyeyê li ser piyan digire, lewma ev rewş gelekî krîtîk e. Ustun got, "Hem ji aliyê sekna siyasî, hem jî bi desteka pereyan re Tirkiye di asteke bilind de xwe ji Qatarê xwedî dike. Ev yek tê wê wateyê ku pê ve girêdayî ye û mehkûmî Qatarê ye."
Temellî jî balê dikişîne ser xaleke bi heman rengî û destnîşan dike, ku ji ber polîtîkayên 2-3 salên dawî yên li Tirkiyeyê, aborî hê bêhtir bûye hewcedarê çavkaniya derve û Erdogan bi rêya vî pereyî rejîma xwe ya nû fînanse dike. Temellî wiha dewam dike: "Erdogan bi rêya vî pereyê ku çavkaniya xwe nediyar e, desthilatdarî û siyaseta xwe fînanse dike. Di mijara rejîma xwe de jî polîtîkayên heta roja îro tên meşandin, didomîne. Ji polîtîkaya maliyeyê ya berfirehbûnê heta alîkariyên cuda yên civakî û kampanyaya di dema referandûmê de; li pişt gelek têkiliyên aborî yên nayên eşkerekirin, hatina çavkaniyeke bi vî rengî heye. Her kes bi vê hesiya ye."
DERFETA RAZEMENIYÊ YA JI BO QATARIYAN
Sezaî Temellî, der barê vî pereyê çavkaniya xwe nediyar de ev hejmar da: Di sala 2015'an de 10 mîlyar dolar, di sala 2016'an de 10 mîlyar dolar, ji destpêka vê salê ve 5-6 mîlyar dolar e. Temellî tevî hatina vî pereyî, razemeniya di cih de ya ji aliyê Qatarê ve hatiye kirin bibîr dixîne: "Ji bilî vê yekê Qatariyan li Tirkiyeyê derfeta sermayeya sabît afirandin. Ji tûrîzmê heta medya û sektora avahiyan, derfetên razemeniyê pêşkêşî Qatariyan hatin kirin."
Prof. Dr. Beyza Ustun jî qadên sermayeya sabît a ji Qatarê re hatine vekirin bi van mînakan vedibêje: "Dema mirov li Derya Reş binerin, li dora Ûzûngolê derfet ji şîrket an jî welatiyên Qatarê re hatine dayin ku razemeniyê bikin. Mirov dikarin bêjin, destekî dirêj ê Qatarê li Tirkiyeyê ye."
PLANÊN ERDOGAN KETIN REWŞEKE XETERE
Li gorî Sezaî Temellî, Erdogan û AKP wê bi vê tevna têkiliyan hewl bida rejîma xwe ya nû biparêze, heta dawiya sala 2017'an aboriyê îdare bike û di destpêka sala 2018'an de hilbijartinê bike. Temellî destnîşan kir, ku bi rûdana krîza Qatarê re ev plan ketin rewşeke xetere û anî ziman, ku li Qesra Erdogan tirs û fikareke mezin heye: "Erdogan hê di roja destpêkê de rahişt telefonê û li derdorê geriya. Hewl da bibe navbeynkar, lê ew jî nehat qebûlkirin. Ji destpêka krîze ve tirs û fikarek heye. Di hevdîtina 3,5 saetan a navbera Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim de jî xuya ye ev tirs û fikar hebû. Xuya ye di vê hevdîtina demdirêj de tedbîrên bên girtin hatine nirxandin."
ALIYÊ TIRKIYEYÊ YÊ BI DAIŞ'Ê RE WÊ ZELAL BIBE
Prof. Dr. Beyza Ustun diyar kir, Qatar bi tenê hatiye hiştin, yekane rêya mayî ya vî welatî Îran û Tirkiye ye û anî ziman, biryara ku Tirkiye bigire wê aliyê wê diyar bike. Ustun got, "Biryara ku Tirkiye di vir de bigire, wê gotina wê ya ku heta niha dibêje 'Em destekê nadin DAIŞ'ê zelal bike. Ji ber ku cihê ku Qatar lê disekine gelekî zelal e. Ji aliyê hemû welatên navneteweyî ve ev hate zelalkirin. Eger Tirkiye florta xwe ya bi welatekî bi vî rengî ku bûye sedema krîza siyasî û destekê dide çeteyên faşîst bidomîne, ew ê jî bikeve heman rewşê."