Kovar ‘sûc’ hate hesibandin û li 7 kesan 6 sal ceza hate birrîn

Li Erdîşê di sala 2011’an de 7 kesên ku hatibûn girtin, 6 salan cezayê girtîgehê li wan hate birrîn

Li taxên bi navê Salîhiye, Sûlî, Êrşatê yên Erdîşa bi ser Wanê di sala 2011’an de bi hinceta ‘endamê rêxistinê ne’ polîsan avêtibûn ser malan. Di van serdegirtinan de li malên kesên bi navê Şaban Akyuz, Mûrat Îş, Mesût Eren, Veysel Bîlgî, Ozgur Denîz, Mûrak Akgun, Kenan Çalişkan de kovarên ‘Ozgur Halk’ û ‘Demokratîk Yûrtsever Gençlîk’ hatibûn dîtin û ev kovar wekî delîlên sûc hatin qebûlkirin. Îtîraza piştî darizandinê jî hate redkirin.

7 kesên ku derketibûn dadgehê diyar kiribûn ku cezayê li wan hatiye birrîn bêhiqûqî ye û bi rêya parêzerên xwe îtîraz kiribûn. Piştî 6 salan îtîraz nehate qebûlkirin û cezayê van kesan hate erêkirin.

YÊN CEZA STENDINE

Piştî erêkirina cezayê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Kenan Çalişkan, Sînan Denîz, Şaban Akyuz, Sînan Denîz, Yildirim Aydin, Veysel Bîlgî, Mûrat Îş, Mesût Eren, Ozgur Denîz hate birrîn.