Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Marsîlya bang li hilbijêran kir

Li bajarê Marsîlya yê Fransa ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê ku îro li Ewropayê dengdanê destpê kir, têkildarî mijarê civînek hat lidarxistin.

Di civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Marsîlya de, hat diyarkirin ku ji bo hilbijêr di navbera 8-15’ê Cotmehê de hê bi zanebûn deng bikar bînin û bersivê bidin hilbijêrên ji semtên derve tên wê li ber Konsolosxaneya Marsîlya konek bê vedan.

Nezahat Açikyuz a li ser navê koordînasyonê daxuyanî da got: "Komîteyên me yên tax û semtan anîna hilbijêran ser sindoqan wek xebateke aktîf a esasî dane pêşiya xwe û weke hilbijartinên 7’ê Hezîranê armanca me ev e ku em di sindoqên Marsîlyayê de dîsa wek partiya yekemîn derkevin.”

Açikyuz, bang li hilbijêrên ku wê li Konsolosxaneya Marsîlya deng bikar bînin kir û got: “Her demokrat, sosyalîsr ên li Marsîlya û derdora wê dijîn, ji bo li erdnîgariyeke wê wekhevî, azadî û aştî lê bê bicihkirin de bijîn pêwîst e bêjin, ‘Dîsa dîsa HDP’, di navbera 8-25’ê Cotmehê de bên Konsolosxaneya Marsîlya dengên xwe bikar bînin.”