Konsera Grûp Yorûm hate astengkirin

Kesên ku xwestin tevlî konsera Grûp Yorûm a li Yenîkapiyê hatî plankirin bibin, bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Polîsên ku ji bo endamên çapemeniyê bûne asteng, wêne û dîmenên hatin kişandin jî jêbirin.

Grûp Yorûm a ku endamên wê Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek ji bo protestokirina qedexeya konseran di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dayîn, xwestîn li Qada Mitingê ya Yenîkapiyê konserê bikin, ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin.

Konser ev çendîn mehe ji aliyê walîtiya Stenbolê ve hatibû qedexekirin. Polîsên ku berî saeta konserê derdora Qada Yenîkapiyê girtîn, welatiyên ku ji metro û Marmarayê ketin di pêkanîna Komkirina Zanistên Giştî (GBT)’ê re derbas kirin.

Welatiyên li derdor bi berzkirina dirûşmeyên “Grûp Yorûm gel e, nayê bêdengkirin” bertek nîşanî polîsan dan.

Di mudaxileya polîsan de herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin. Buroya Hiqûqê ya Gel, di derbarê kesên hatin destgîrkirin de ragihand ku Onûrcan Bayrak, Can Bûlût, Erkan Işik û Dogucan Erkmen hatin berdan.