Konsepteke Elmanyayê ya li dijî DAIŞ’ê tune!
Konsepteke Elmanyayê ya li dijî DAIŞ’ê tune!
Konsepteke Elmanyayê ya li dijî DAIŞ’ê tune!
Elmanyayê hefteya buhrî DAIŞ qedexe kir û tê meraqkirin ku li dijî DAIŞ’ê dê çawa têbikoşe. Cara yekem DAIŞ derxist pêşberî dadgehê û li Hamburgê înîsiyatîfa kesên ku zarokên wan tevlî DAIŞ’ê bûne ava kir. Lê li seranserî welat tenê maseya ku çeteyên DAIŞ’ê vedibêje xizmetê dide. Parlamenter Cansu Ozdemîr daxwaz kir ku divê hikûmet demildest li dijî DAIŞ’ê konseptê ava bike.
Ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha gelek ciwan ji bo tevlî komên Îslamî yên radîkal bibin ji Elmanyayê çûn Sûriyeyê. Di dawiya sal a 2013’an de nêzî 150 kesî çibûn û ji serê salê heta niha hejmarê 400 derbas kiriye.
Hefteya buhrî Wezîrê Hundir Thomas de Maîzîere diyar kiribû ku rêxistina terorê DAIŞ hatiye qedexekirin. Maîzîere got ku ev qedexe der barê rêxistinê de her tiştî digire nav xwe û bikaranîna sembolên der barê DAIŞ’ê de di çapemenî û pêşangehan de qedexe kiribû.
CARA YEKEM DERXIST DADGEHÊ
Pêngava herî girîng a der barê qedexeyê de, berhevkirina kesên ji bo rêxistinê û yê propaganda û alîkariyê didinê. Li gorî daneyê Maîzîere ji Elmanyayê nêzî 400 ciwan çûne Sûriyeyê û ji van 40 kes mirine û 100 kes jî vegeriyane.
Tişta herî zêde tê meraqkirin ev e ku dê polîtîkayek çawa li dijî DAIŞ’ê bê meşandin. pêngava vê yekem roja duşemê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Frankfurtê pêk hat.
Ciwanê bi navê Kreshnîk B yê ji Frankfurtê ku di Tîrmeha 2013’an de çû Sûriyeyê û tevlî DAIŞ’ê bû û di meha qanûnê de vegeriya derxistin pêş berî dadgehê. Dozger bo wî 10 sal ceza xwest. Lê qanûnên ciwanan li ber çavan hatin girtin û dê 4 sal û 3 mehan di girtîgehê de bimîne.
TENÊ MASEYEKE ALÎKARIYÊ HEYE
Ni li Elmanyayê ji bo ku çavkaniyên DAIŞ’ê bê hişkirin tu xebateke cidî nayê kirin û niha tenê maseyeke ku hovîtiya DAIŞ’ê vedibêje heye.
LI HAMBURGÊ ÎNSIYATÎF HAT AVAKIRIN
Li Hamburgê jî bi pêşengiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk li dijî têkoşîna bi DAIŞ’ê re înîsiyatîf hat avakirin. Di serî de kesên zarokên wan tevlî DAIŞ’ê bûne, parlamenter û nûnerên saziyan jî di înîsiyatîfê de cih digirin. Înîsiyatîfa ku nêzî 100 kesî têde cih digirin ji aliyê 20 aktîvîstan ve dimeşe.
OZDEMÎR DIVÊ KONSEPTEK HIKÛMETÊ HEBE
Encama Meclîsa Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemîr di înîsiyatîfê de cih digire. Ozdemîr ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev înîsiyatîf li dijî DAIŞ’ê li ser bêeleqebûna rêveberiya eyaletê ya SPD’î hatiye avakirin û got: “Me înîsiyatîfeke ku tu alîkariya dewletê bo wê çênebûye ava kir û her wiha divê ev li her derê Elmanyayê belav bibe. Armanca me ya sereke ev e ku em zarokên xwe li dijî DAIŞ’ê biparêzin û alîkariyê bidin malbatên mexdûr. Di vê mijarê de Rêxistina Parastina Makeqanûnê muxatab e. Divê li dijî DAIŞ’ê konseptek bê avakirin.”