Konicz: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan dibe

Nivîskar û ramanger Tomasz Konicz got, çareseriya krîzên li Kurdistan, Tirkiye û herêmê û pêkhatina aştiyê, bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.

Nivîskar û ramangerê Polonyayî Tomasz Konicz bi berhemên xwe, di serdema heyî de li cîhana felsefeya alternatîf a Elmanî bûye yek ji kesayetê naskirî. Konicz di heman demê de yek ji pisporên sereke yên teoriya pergala cîhanê ya Immanuel Wallerstein e. Pirtûkên ku heta niha nivîsandiye wiha ne: "Di pêvajoyên krîzê de siyaset", "Îdeolojiya krîzê", "Bilindbûn û hilweşîna Ewropaya Elman", "Kapîtalkollaps", "Di sedsala 21'ê de faşîzm", "Sîstema kapîtal-aborî ya dijminê avhewayê, çavkaniyên me yên jiyanê çawa tune kir?"

Tomasz Konicz ku li çapemeniya muxalîf a Elmanî yên weke Telepolis, Neues Deutschland û Kontret nivîs û analîzên wî tên weşandin, li ser bêdengiya welatên rojavayî li pêşberî tecrîd û êşkenceya giran a li Îmraliyê û bandora azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li aştiya herêmê û cîhanê ji ANF'ê re nirxand.

'JI BER SERMAYEYA ELMAN LI PÊŞBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG DIMÎNIN'

Konicz bi bîr xist ku li gel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û raporên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Ewropa bi taybetî jî Elmanya li pêşberî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê bêdeng dimînin û ji bo sedema vê yekê jî balê dikişîne ser "hêzê û berjewendiyên jeopolîtîk". Li gorî ramangerê Polonyayî yek ji sedemên bêdengiya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê ew e ku dewleta Tirk ji bo Elmanyayê li herêmê bi rola pirê tevdigere, hevalbendekî bi vî rengî ye û Tirkiye ji bo sermayeya Elman welatê sereke yê razemeniyê ye.

Tomasz Konicz destnîşan kir, ji bo rêveberiya Berlînê di heman demê de Tirkiye tê wateya 'nobedarê li ber derî' yê ku pêşî li derbasbûna penaberan a ji bo Ewropayê digire û ev nirxandin ikr: "Ji ber van hesabên hêzê, demokrasî û pîvanên mafên mirovan ji nedîtî ve tên. Nêzîkatiya cotstandartî ya Hikumeta Elman a Federal a di mijara mafên mirovan de, bi pirsgirêka Kurd re bi rengekî şênber tê dîtin. Bêdengiya li pêşberî mijara Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd radixe pêş çavan."

'DEMA KU QADA MAFÊN MIROVAN TÊ KIRIN, TENÊ RÛSYA Û ÇÎN TÊ BER ÇAVÊN WAN'

Nivîskar Konicz destnîşan kir ku dema mafên mirova tê gotin tenê Rûsya û Çîn tê ber çavên dewleta Elman û got, "Rêveberiya Berlînê ku li dijî Rûsya û Çînê qerta mafên mirovan bi lez û bez dixe meriyetê, dema ku mijar dibe Abdullah Ocalan, dagirkeriya li herêmên bakurê Sûriyeyê yan jî binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê hingî xwe bêdeng dike."

Konicz diyar kir ku daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan tê wateya çareseriya bi rêyên aştiyane ya pirsgirêka Kurd û wiha dewam kir, "Rejîma Erdogan ji ber vê yekê pêşî i çareseriyeke mayinde ya li Tirkiyeyê ya bi azadiya Abdullah Ocalan digire. Ji ber ku pêvajoyeke bi vî rengî wê dawî li desthilatdariya Erdogan bîne. Bi dîtina min aştiya li Kurdistanê û azadiya Abdullah Ocalan wê destpêka bidawîkirina rêbazên çekdarî be."