Kongreyên NCDK û Meclîsên Gel tên lidarxistin
Li gelek bajarê Ewropayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel hatin lidarxistin.
Li gelek bajarê Ewropayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel hatin lidarxistin.
Li gelek bajarê Ewropayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel hatin lidarxistin.
DRANCY: Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, kongreya xwe ya 4. pêk anî. Li dû deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya axivî. Kaya bal kişand ser êrîşên çeteyên PDK û dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê û destnîşan kir, rêveberiya PDK'ê hewl dide hêzên dagirker li Kurdistanê bi cih bike. Kaya got, "Malbata Barzanî ji berê ve di dîroka Kurdistanê de temsîliyeta îxanetê dike. Divê hemû meclîsên me yên gel ên li Fransayê daketin qadan û kolanan û xwedî li berxwedana xwerêveberiyê ya li Şengalê derkevin. Pêwîste Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyên xwe vê xiyanetê teşhîr bikin." Di kongreyê de piştî nirxandina xebatên salekê meclîsa nû ya ji 67 kesan û 8 komîsyonan hat hilbijartin. Aysel Ayik û Alî Alci jî bûn hevserokên meclîsê.
AMSTERDAM: Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, Meclîsa Gel kongreya xwe ya 3. pêk anî. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna 2 gerîlayên HPG'ê û 5 şervanên YBŞ'ê yên ji aliyê PDK'ê ve li Şengalê hatin şehîdxistin, dest pê kir. Li dû nirxandina rewşa siyasî, raporên maliye û karê salekê yên meclîsê hatin xwendin. Dûre meclîsa ji 30 kesî hat hilbijartin û Engîn Yûrtsever û Humeyra Yildirim bûn hevserok.
MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 3. lidar xist. Kongre bi beşdariya 200 delegeyî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de rewşa siyasî hat nirxandin û raporên malî û xebatê hatin xwendin. Delegeyan piştre bal kişandin ser xebaten sazîbûnê yên sala pêş. Siyasetmedar Haydar Işik, endamê Meclîsa Şaredariyê yê ji Partiya Çep (Dîe Lînke) Çetîn Oraner, nûnerên FÎDEF û HDK Munchenê axivîn. Di dawiyê de rêveberiya nû ya ji 58 kesî hat hilbijartin û Velî Turk û Gulseren Aksoy bûn hevserok.