Kongreya HDP'ê ya Stenbolê wê bi 'seferberiya rêxistinî' bicive
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê roja 11'ê Hezîranê wê bi dirûşma "Bi seferberiya rêxistinî teqez em ê bi ser bikevin" kongreya xwe bicivîne.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê roja 11'ê Hezîranê wê bi dirûşma "Bi seferberiya rêxistinî teqez em ê bi ser bikevin" kongreya xwe bicivîne.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, roja Yekşemê li Navenda Pêşanîdanê ya Bostanciyê saet 11.00’an wê kongreya xwe bicivîne.
Hevseroka Giştî ya Bajêr Esengul Demîr di daxuyaniya çapemeniyê de got: "Stenbol metropoleke nehîte ye. Ji ber vê jî di nav xwe de xwedî gelek arîşeyan e. Li vî bajarî gelek nasnameyên etnîk û dînî hene. Bajarekî wiha ye ku hevrikiya ked û sermiyanê heye. Stenbol her wiha qada rantê ye. HDP ji van arîşeyan re hem çareseriya polîtîk û hem jî demokratîk diafirîne."
'NIKARIN ME JI ARMANCA ME DÛR BIXIN'
Demîr qirkirina siyasî ya li ser partiya wan bi bîr xist û got: "Em ji ber van şertan kongreya xwe dicivînin. Van zextan nikarîbûye ku HDP’ê ji armanca wê dûr bixin. Em ê rêxisiniya xwe nû bikin. Em ê ji bo demokratîkirina civakê û siyasetê têbikoşin."
Demîr bang li tevahiya gel kir ku biçine kongreyê.