Kongreya Êzidiyên Kurd ên li Rûsya: Gelê Kurd wê vê îxanetê jibîr neke
Kongreya Êzidiyên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşa çeteyên ser bi PDK’ê ve ya dijî cihên di destê YBŞ û YJŞ’ê de bi tundî şermezar kir.
Kongreya Êzidiyên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşa çeteyên ser bi PDK’ê ve ya dijî cihên di destê YBŞ û YJŞ’ê de bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokatiya Kongreya Êzidiyên Kurd ên li Rûsyayê hatî dayîn de hat diyarkirin ku ti hincetên mafdar ên vê êrîşê nîne û Pêşmergeyên Rojava bi çek êrîşkirina li ser navçeya Êzidiyan, xeteya herî mezin ya di dîrokê dike.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser di dema ku Êzidiyan pişta xwe da PDK’ê wiha hat gotin; “Bi vê êrîşa ku dixwazin YBŞ û YJŞ’ê ji holê rakin, dixwazin cardin civaka Êzidî bi xwe ve bidin girêdan.”
Di daxuyaniya Hevserokatiya Kongreya Êzidiyên Kurd yên li Rûsyayê de wiha tê gotin;
“Roja 3’ê Adarê Pêşmergeyên ku dibin kontrola Mesûd Barzanî de û bi PDK’ê ve girêdayîne êrîşî cihên ku Kurdên Êzidî lê dijîn kirin. Di vê êrîşê de Şervanên YBŞ û YJŞ’ê û gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîşa PDK’ê ya ku bi navê îxanetê tê binavkirin di nava hemû civaka Kurd de rastî nerazîbûn û xemginiyê hat.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û Pêşmergeyên PDK’ê yên ku Civaka Êzidî bi tenê hiştin û reviyan, cardin xwestina xwe li herêmê bicih bikin, heqaretekî li Civaka Êzidîyane. Niha Şengal ji aliyê YBŞ û YJŞ’ê ve tê parastin û pêwîstî bi ti hêzên din nîne, bila hêzên navnetewî baş bizane. Pêwîste PDK’ê bi lezgin ji vê şaşitiyê veger û bi lezgin îradeya Civaka Êzidî nas bike û dev ji van politîkayên qirêj berde.
Bi serdana Mesûd Barzanî ya ji bo Enqerê, piştî demekî kin êrîşa pêşmergeyan ya li ser Şengalê dide nîşandan ku ev êrîş bi plana dewleta Tirk hatiye kirin. Gelê Kurd ti caran vê efû nake ku PDK bi dewletekî faşîst re bibe yek û êrîşî birayê xwe bike.
Li herêmê hê metirsiya terora DAIŞ’ê heye û bi hedef nîşandana Civaka Êzidî ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve em xemgîn kirine. Em daxwaz dikin ku ev xemginiya me berdewam neke û PDK zerarê nede yekitiya Kurd û ji van hewldanên xwe bi lez vegere.”