Kongreya Brezîlya pêşnûmeqanûna bi pirsgirêk red kir
Kongreya Brezîlya pêşnûmeqanûna bi pirsgirêk red kir
Kongreya Brezîlya pêşnûmeqanûna bi pirsgirêk red kir
Pêşnûmeqanûna bi pirsgirêk ku betalkirina wê yek ji daxwaên gelê daket kolanan bû, ji aliyê Kongreya Brezîlyayê ve hat redkirin.
Xwepêşandêran diyar kirin ku pêşnûmeqanûna bi navê PEC 37 a erka dozgerên federal bi sînor dike, wê rê li ber hîn bêtir bêrêtiyê veke û xwestin ev yek were betalkirin.
Pêşnûmeqanûn li hemberî 9 dengên erê bi 430 dengên na, ji aliyê Kongreyê ve hat redkirin.
Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Rousseff, di bersiva xwe ya roja Duşemê ya ji bo xwepêşandanên li welêt de pêşniyar kiribû, ku ji bo guhertina destûra bingehîn pêk bîne referandûm li ser avakirina meclîsa damezrîneran, were kirin.
Wezîrên hukûmetê jî, pêşniyara referandûma ji bo reformên siyasî derdixînin pêş. Reforma siyasî ya mijara gotinê, ji bo "pirsgirêkên berçav" ên fînansî yên kampanya hilbijartinê çareser bike, tê payîn herî zû di 7'ê Îlonê de pêk were. Wezîrê Perwerdeyê Aloîsîo Mercadante da xuyakirin ku hukûmet reformeke siyasî ya "bi beşdariyeke dorfireh" dixwaze. Mercadante got, "Em dixwazin referandûm di demeke herî kin de lidar bixin."
Li gel li ber rabûna xebatkarên tenduristiyê yên Brezîlyayî, xebatên li ser guhertina pergala tenduristiyê dewam dikin, ku li gorî vê guhertinê tê xwestin pirsgirêka kêmbûna doktoran bi doktorên ji derveyî welat were çareserkirin.
Bihabûna biletên wesaîtên girseyî, ku bingeha protestoyane, di rojevê de cihê xwe diparêze. Serokê Senatoyê Renan Calheiros pêşniyar kir, ku xwendekar bê pere van wesaîtan bikar bînin. L gelek bajaran jî, rayedaran zêdekirina bihaya biletên wesaîtên girseyî betal kirine.
Kongreyê her weha pêşnûmeyeke nû ya li ser hatineyên ji çavkaniyên nû yên petrolê li perwerdeyê werin bikaranîn, xist rojeva xwe. Pêşnûmeqanûna ku ji aliyê Serokdewlet Rousseff ve hat pêşniyarkirin, tê payîn ji Kongreyê derbas bibe.
Ev tedbîrên siyasî yên bi lez û bez hatin wergirtin, li pêvajoyek beriya xwepêşandanên mezin ên li gelek bajaran rast tên.
Tê payîn xwepêşandan herî mezin li bajarê Belo Horîzonte bê lidarxistin, ku wê li vê derê maça fînala çaryekê ya Kûpa Konfederasyonê ya tîmên Brezîlya-Ûrûgûay were lîstin. Li bajêr betlaneya fermî heye û tê payîn bi dehhezaran kes beşdarî xwepêşandanan bibin.
Bi milyonan pereyê bacê yê ji bo Tûrnûvayên Kûpa Cîhanê hatine xerckirin jî, yek ji mijarên bingehîn ên xwepêşandêr şermezar dikin. Çapemeniya Brezîlyayê, redkirina qanûna mijara gotinê, weke encama zexta ji kolanan bi nav dike.
Gelê daketiye kolanan dixwaze, di mijarên tenduristî, perwerde û ragihand û wesaîtên gelemperiyê de sererastkirinên erênî werin kirin û pêşî li bêrêtiyê bê girtin.