Kongra Gel: Gelê me dê ti carî Mandela ji bîr neke
Kongra Gel: Gelê me dê ti carî Mandela ji bîr neke
Kongra Gel: Gelê me dê ti carî Mandela ji bîr neke
Hevserokatiya Kongra Gel, bi wesîleya wefata lîderê Efrîka Başûr Nelson Mandela peyamek sersaxiyê weşand. Kongra Gel got, "Gelê me û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dê ti carî wî ji bîr neke."
Hevserokatiya Kongra Gel di peyama nivîskî de got, "Em gelekî xemgînin ku nîşaneya azadiyê ya bindestan Nelson Mandela winda kirine. Di serî de gelê Efrîka Başûr em ji tevahiya malbata mirovahiyê re ji ber vê windahiya mezin, sersaxiyê dixwazin."
Di dewama peyamê de wiha hat gotin: "Mandela bi têkoşîna xwe ya tevahiya jiyana xwe re bû çavkaniyek îlhamê ji têkoşîna azadiyê ya tevahiya gelên bindest. Dîroka mirovahiyê ew weke sembola azadiyê di hiş û mejiyê xwe de bicih kir.
Nelson Mandela di sala 1992'an de "Xelata Aştiyê ya Ataturk" a ku dewleta Tirk dayê qebûl nekir û bi vî rengÎ nîşan da ku ew li gel têkoşîna mafdar a gelê Kurd ê bindest e û bi awayekî vekirî nîşanî raya giştî ya cîhanê da ku ji ber vê sedemê ew wê xelatê qebûl nake.
Nelson Mandela bi kesayetiya xwe ya zane re têkoşîna gelê xwe ya demdirêj a li dijî rejîma apartheîdê bir serketinê û bi kesayetiya xwe ya sembol re bandor li gelê Kurd ê têkoşer kir û rê nîşan da.
Gelê me bi wêneyên Rêber Apo û Mandela re li meydanan bi dirûşma "Duh Mandela, îro Ocalan" têkoşîna berxwedanê bilind kir.
Mandela wê di mejî û dilê azad ê mirovahiyê de her tim bijî. Gelê me û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dê ti carî wî ji bîr nekin.
Ji ber vê windahiya mezin em careke din ji malbata wî, gelê Efrîka Başûr û tevahiya dildarên azadiyê yên li cîhanê sersaxiyê dixwazin û êşa wan ji dil parve dikin."