KONGRA-GEL di salvegera 20’emîn de komplo şermezar kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL salvegera 20’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga meşa di 16’ê Sibatê de ya li Strasboûrgê kir.

Daxuyaniya KONGRA-GEL wisa ye:

“Di salvegera 20’emîna komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo de, em hemû hêzên ku tiliya wan di komployê de hene bi tundî şermezar dikin û wan protesto dikin. Heta ku Rêber Apo were azadkirin wê protestoyên me jî bidomin.

Rêber Apo 20 sal in li dijî polîtîkayên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî didomîne û ji bo çareserkirina kêşeyên gelê Kurdistanê û mirovayetiyê paradîgmaya azadiyê pêşkêş dike.

Bi wesîleya salvegera 20’emîn a komployê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku li dora Rêber Apo bûn xeleqa ji agir, bi hurmet bi bîr tînin û em soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.

Bi berxwedana Rêber Apo û ya gelê me û tevgera me, komplo hate pûçkirin lê planên xerab ên komplogeran hê jî didome. Pûçkirina planên li ser Kurdistanê ev e ku, em Rêber Apo azad bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurdistanê û ya gelên herêmê ye.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê hatine destpêkirin û ev çalakî li zindanan û li gelek bajarên Ewropayê didome.

Ji bo ku em jiyana bêyî Rêber Apo re bibêjin ‘Êdî bes e’ û ji bo hevgirtina berxwedêrên Strasboûrgê, di 16’ê Sibatê de roja Şemiyê divê her kes berê xwe bide Strasboûrgê.”