Konferansa Hewldana Konfederasyona Ciwanan bi dawî bû

Konferansa Hewldana Konfederasyona Ciwanan bi dawî bû

Konferansa ji aliyê Hewldana Konfederasyona Ciwanan ve pêk hat bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Ciwanan di konferansê de biryar girt ku ji bo Kobanê, Soma û Ermenekê kongreyan pêk bînin.

Konferansa ji aliyê Hewldana Konfederasyona Ciwanan ve pêk hat, di roja duyemîn de bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di konferansa ku pêkhateyên ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdar bûn Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, axaftinek kir. Tuncel, diyar kir ku Denîzan, Mahîran, Îboyan û Mazluman gotin 'Ji bo em xwe ji pergalê qut bikin derketin rê û tevgera ciwanan rêwiyê vê rêya têkoşînê ne. Tuncel, anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kobanê têk çûne û ne Kobanê AKP têk çûye.

Endama Hewldana Konfederasyona Ciwanan Eda Eroglu jî encamname xwend û wiha got: "Di vê pêvajoya ku pergala kapitalist ketiye kaosê hêzên hegomonik ên dewletê bi kuştinên xwe derdikevin pêş. Hem di şoreşa Rojava de û hem jî di bûyerên Gezî de dewlet ji bo xwe ji holê derxe çete derxistin pêş û li Amed Êlih, Dîlok û Sultangaziyê êrîşî girseyan kirin. Li Somayê ciwan jî di nav de zêdeyî 300 kes mirin. Li Ermenekê û Ispartayê bi piranî jin bi dehan kes mirin. Hişmendiya kapîtalîst 3'yemîn pir û 3'yemîn balafirgeh ava kir û xweza wêran kir. Herî dawî li Somayê baxçeyê zeytûnan talan kir û li Kurdistanê şerê taybet dimeşîne. Konfederasyona Ciwanan ji bo li dijî van politîkayan derkeve wê ji bo Kobanê, Soma û Ermenekê mîtîngan pêk bîne. Em vê Konferansa Konfederasyona xwe diyarî Berxwedana Gezî dikin. Ji bo xebat bi rêk û pêk bê meşandin pêdivî bi avakirina koordinasyonê heye. Konfederasyona Ciwanan bi boneya rêxistina xwe pêş bixe wê li hemû qadan panel, semîner, foruman û hwd. pêk bîne. Pêkhateyên Konfederasyonê wê komeleyan ava bike, komun û kooperatifan ava bikin. Dîsa wê li dijî wêrankirina xwezaya Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna xwe berdewam bikin û bi ruhê jin û ciwanan çalakiyan pêk bînin. Wê li nasnameyên bawerî, çand, nîjad, reng û ziman xwedî derkevin.

Konferans, bi dirûşma, "Biji berxwadana Kobanê" bi dawî bû.