Konferansa aboriya komunal didome

Konferansa aboriya komunal didome

Amadekariya Komxebata Konferansa Aboriya Demokratîk didome. Mamostayê Zanîngeha 19 Mayis Ferhat Akyuz ê di komxebatê de axivî, got ku ewlekariya civakî tê wateya ku ked dikeve bin kontrolê û ne li gor aboriya komunal e.

Amadekariyên Komxebata Konferansa Aboriya Demokratîk a ji aliyê KCD, DTSO, Şaredariyên Bajarên Mezin Amed, Mêrdîn û Wanê ve tê lidarxistin bi nîqaş û pêşniyaran didome. Serokê DTSO Ahmet Sayar ê di komxebatê de axivî got ku pêwîst e Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji gundên Kurdistanê heta navçeyên wê û bejahiyê jî çavkaniyên xwecihî tespît bike, navenda koordînasyonê ava bike û ev koordînasyon ji bo çavkanî hê zêdetir bên bikaranîn bixebite. Saray anî ziman ku çavkaniyên xwecihî yên li herêmê pir bihêz in.

Serokê Meclîsa DTSO Celalettîn Bîrtane jî anî ziman ku pêwîst e şaredarî li gor pêwîstiya xwe rêxistinbûna gel pêş bixe, yan jî wê aboriya beşdar pêk neyê.

Endamê Yekîtiya Şaredariyan Erdal Balsak jî anî ziman ku ajansên pêşketinê di çarçoveya planên pêşketinê de veguhastinên ku têr dikin nakin û got: “Di vê çarçoveyê de pereyên ku ajansa pêşketinê didin şaredariyan tenê para ku dibêje bêdeng be ye, lewma pêwîst e ajansên pêşketinê bên boykotkirin.”

Piştî nîqaş û biryaran mamostayên Zanîngeha 19 Mayîs Ferhat Akyuz axaftina bi serenava, “Bêparî, xizanî û pêşniyarên çareseriyê kir.” Akyuz got ku mekanîzmaya jêre ewlekariya civakî tê gotin mekanîzmanya ku kedê dixe bin kontrola xwe ye û xebat bi esasî jî ji rehabîlîtasyona kesên bê mulk in. Akyuz got: “Ji bo astengkirina xizaniyê eger mekanîzmaya ewlekariya civakî bi kar bînin mimkun e li hember me tehdîteke mîna çekan derkeve holê.”

Paşê Ozgur Amed jî ku axivî diyar kir ku heta bi xizaniyê re rû bi rû neyên wê timî derkeve pêşiya wan û eger di xizaniyê de derkevin derveyî tiştên hatine jiberkirin wê gelek tiştên ku bên kirin hebin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî destnîşan kir ku di asteke zêde de ciwanên Kurd ên xwedî tecrûbe û xwe pêş xistine hene û got: “Ew ciwanên Kurd divê tevlî pêvajoya guhertina civakî bibin. Di mijara vegera gundan de gel teşwîq bikin û wan rêxistin bikin.”

Kişanak her wiha got ku pêwîst e karkerên demsalî jî bên rêxistinkirin û ji bo binesaziya fîzîkî ya gundan bên başkirin rêveberên xwecihî amade ne. Kişanak bal kişand ser mijara ku mirova bi hilberînê re bîni gel hev û wiha got: “Eger jin li her navçeyê di vê mijarê de kooperatîfên hilberînê ava bikin bêjin em amade ne, em jî ji bo li bajaran bazarên firotinê ava bikin çi ji destê me bê em ê bikin.”