BI DÎMEN

Konferansa 3. a li ser nêrînên Ocalan wê di 14'ê Nîsanê de pêk were

Konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina ya Nû" wê di navbera 14-16'ê Nîsanê de li Hambûrgê bê lidarxistin.

Konferansa ku di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, wê li Zanîngeha Hambûrgê pêk were. Ji gelek welatan wê akademîsyen, zanyar û lêgerînerên jiyaneke alternatîf di konferansê de li ser mijarên jineolojî, ekolojî, dîrok, felsefe, kapîtalîzm, berxwedan û avakirina jiyana nû baxivin. Konferansa ji aliyê "Network for an Alternative Quest" (Tora Lêgerîna Alternatîf) ve tê organîzekirin.

'JI GELEK DEVERÊN CÎHANÊ WÊ AKADEMÎSYEN WERIN'

Ji Tora Lêgerîna Alternatîf Reîmer Heîder der barê konferansê de agahî da ANF'ê. Heîder got, "Konferans di çarçoveya nêrînên Ocalan de tê lidarxistin. Em dixwazin nêrînên wî yên modernîteya demokratîk nîqaş bikin û pêşkêşî raya giştî ya cîhanê bikin. Em dixwazin nîqaşên li Kurdistanê û yên li deverên din ên cîhanê bînin cem hev. Ji ber vê yekê jî em dixwazin gelek kesan li Zanîngeha Hambûrgê bicivînin. Me beriya niha du konferansên bi vî rengî lidar xistin. Di konferansa herî dawî de gelek kes amade bûn. Em hêvîdar in wê eleqeya ji bo konferansa vê carê zêdetir bibe û ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û parzemînên din ên cîhanê gelek mirov tevlî bibin."

'YÊN KU NÊRÎNÊN OCALAN DIXWÎNIN, WAN DIPEJIRÎNIN'

Heîder bibîr xist, ku wan konferansa destpêkê di sala 2012'an de pêk anîn û pirtûkên Ocalan wê çaxê baş nedihat naskirin, lê rewş îro gelekî guheriye. Heîder anî ziman, pirtûk û gotarên Ocalan bi gelek zimanan hatine tercûmekirin û got, "Di nîqaşên îro de em dibînin ku nêrînên Ocalan hatine xwendin. Pirsgirêka me ya herî mezin ew e, ku nêrînên Ocalan bi têrkerî ji cîhanê re nehatiye ragihandin. Jİ ber ku em dibînin, yên pirtûkên Ocalan dixwînin, nêrînên wî nas dikin, yekser dipejirînin."

Heîder da zanîn, konferansa wan wê bi 7 zimanan bi sîmûltane bê tercûmekirin û piştre jî hemû materyalên bi dest ketine weke pirtûkekê werin berhevkirin. Heîder diyar kir, ew ê ne tenê hin kesayetên diyar dawet bikin û got, wan ji gelek derdor û akademîsyenên ciwan xwestine, di çarçoveya nêrînên Ocalan de nivîsan binivîsînin û heta niha gelek nivîs gihîştine ber destê wan.

Reîmer Heîder da xuyakirin, ku di konferansê de wê bûyerên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê diqewimin werin nîqaşkirin û ev hişyarî da: "Em polîtîkayên demî û aktûel nîqaş nakin. Em ê li ser çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, perspektîfên çareseriyê û rola Ocalan nîqaşan bikin."