KON-MED'ê li dijî êrişan bang kir

KON-MED'ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo çalakiyan bang kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyekê ji bo çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Federasyonên me wê îro li gelek navendên Elmanyayê hêrsa gelê me bi rêxistin bike, pêkhate û endamên meclîsên me xwe bigihînin gelê me, bi beşdariya gelê me, hêzên çep, sosyalîst, saziyên baweriyan, dergahên Elewiyan, mizgeft, malên Êzidiyan, Ermen, Suryan-Keldan wê meşên xurt ên hevpar li dar bixe.

Bi navê KON-MED'ê em bang li endamên xwe yên meclîsan, endamên saziyên baweriyan, gelê Kurdistanê, bawermendan, hêzên demokratîk û mûxalîfan dikin ku rabin ser piyan û tevlî çalakiyan bibin. Çalakî wê îro saet di 17:00 de bi hevdemî li gelek herêmên Elmanyayê bi meş û mîtîngan pêk werin.

Li dijî êrişên qirker û tunekirinê ku bi balafirên şer tên kirin, dem ew dem e ku gelê me bibe yek, xwedî li xaka xwe, welatê xwe, rûmeta xwe, işerefa xwe û hebûna xwe derkevin. Em bang dikin ku serÎ hildin, bi rengekî topyekûn serhildanê pêk bînin û bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."