KON-MED'ê li dijî darbeya siyasî ji bo çalakiyan bang kir

KON-MED'ê ji bo meş û mîtîngên 6'ê Hezîranê yên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.

KON-MED'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Dewleta Tirk ji aliyekî ve zilmê li gelê Bakur dike, xwe li guhdarîkirina li muzîka Kurdî nagire û êrişên faşîst tên kirin, dijminatiyeke bêexlaqî li goristanên Kurdan dike, hestiyên Kurdan bi rêya postayê dişîne malbatên wan, li aliyê din jî ev desthilatdariya AKP/MHP'ê ya dijminê Kurdan hewl dide dagirkeriya xwe ya li Rojava û Başûr firehtir bike. Ji salên 1990'î û vir ve operasyonên xwe zêde dike û ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne.

Tayînkirina qeyûman ji sala 2014'an û vir ve bicihanîna biryara tepisandina Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd e ku di ser şaredariyan re dimeşîne.Herî dawî wekîltiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê Amedê Mûsa Farisogûllari hate betalkirin. Lewma ev êrişa qirkirina siyasî ya nenaskirina îradeya Kurdan, beşek ji dijminatiya êrişa qirker a li dijî gelê Kurd e. Êrişên ji bo tunekirinê her roj tên zêdekirin. Desthilatdariya AKP'ê naxwaze dengekî bi tenê yê mûxalîf hebe. Tifaqa desthilatadriya faşîst, neteweperest û darbekar AKP/MHP di vê polîtîkayê de bi israr e."

KON-MED'ê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyan û êrişên faşîst dagirker ên AKP/MHP'ê bang li her kesî ku 6'ê Hezîranê roja Şemiyê li gelek bajarên Elmanyayê tevlî meş û mîtîngan bibin.