KON-MED’ê ji bo Nûrî Akyuz peyama sersaxiyê da

KON-MED’ê îro bi boneya vefata welatparêzê Kurd Nûrî Akyuz peyamek sersaxiyê da.

Konfedrasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) îro ji ber vefata welatparêzê Kurd  Nûrî Akyuz ku bi navê Reşo dihate zanîn peyamek sersaxiyê da.

Peyama sersaxiyê ya KON-MED’ê wiha ye:

“SERSAXÎ JI BO TEKOŞERÊ DOZA AZADIYA KURDISTANÊ REŞO AKYÜZ (REŞO)

Me bi xemgînî bihîst kû welaparêzek girêdayî doza Azadiya gelê xwe û demek dirêj zêdeyî 30 sal xebata nav gel dayî meşandin, Îro bi nexweşiya Koronayê li Almanya Bajarê Münster di Nexweşxaneya Unni Klînîk Mixabin bedena wî têra tekoşînê ya li dijî evqas nexweşiyan nekir û jiyana xwe ji dest da.

Nurî Akyüz kû bi navê (Reşo) dihat naskirin; di 15.01.1956‘de li gundê Êzîdiyan Bacinê girêdayî Midyad ê hat dinyayê.

Hevalê Reşo (Nurî Akyüz), di Sala 1980’yî de cara yekemîn li çiyayê Bagokê tevgera Azadî naskir û tevlî xebata welatpsrêzî bû. Xebata wî ya li welat, heta sala 1993’yan berdewam kir.

Heval Reşo ( Nûrî Akyüz), di sala 1993’yan da ji neçarî koçberî Avrupa Almanya yê bû. Ji despêka hatina wî ya li Almanya heta saetên kû nexweş ketî bê navber, bi dilsoziya evîndariya welatê xwe, ji bo Azadiya gelê Kûrd , bi fedakariyek bê hempa heta nefesa xwe ya dawî bi baweriyek bilind meşand.

Nurî Akyüz (Reşo), yek ji wan mirovên bi qiymet bû li ba gelê me.
 

Em wek KON-MED (Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya yê), di sêrîde serê malbatê, heskirinê wî û gelê Kurd sağbe. Cihê wî bihûşt be.

Em keda hevalê Reşo jibîrnakin! Emê wî hertim bibîrbînin û bidin jiyandin.”