KON-MED'ê ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriyê bang kir

KON-MED'ê bang li Kurdan û dostên wan kir ku 10'ê Tebaxê tevlî meş û mîtîngên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriyê banga tevlîbûnê kir, ku wê 10'ê Tebaxê dest pê bikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya KON-MED'ê de hate gotin, "Piştî ku li Rojava xweserî pêk hat, dewleta Tirk konsepta êrîşê xiste dewrê û dest bi planên dagirkirinê kir. Dixwaze qadeke hîn berfirehtir û stratejîk dagir bike. Ji ber vê yekê ji Bradostê ku qadeke girîng û stratejîk e dest bi dagirkirina Başûr kiriye." Di daxuyaniyê de rola PDK'ê ya hevkariya vê dagirkeriyê jî hate bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Gefa êrîşê ya dewleta TC a dagirker, faşîst û qirker a li dijî gelê Kurd bi rengekî bê eman didome. Li dijî dewleta Tirk a dagirker em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk şoreşger dikin ku bi ruhê yekîtiya neteweyî berxwedanê geş bikin û ji bo serketina gelan tevlî meş û mîtîngên li gelek bajarên Elmanyayê bibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku ji bo hesabpirsîna ji AKP a komkujer divê her kes tevlî meş û mîtîngên 10'ê Tebaxê bibin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

BERLÎN

Meş
Saet:17:00
Cih:PotsdamerPlatzBerlin

HAMBURG
Meş
Saet: 16:00
Cih: Schtenhsanz Bahnhof Hamburg

BREMEN

Infostandt
7-10 Tebaxa 2019
Saet 10:00-18:00, Pêncşem, În, Şemî
Saet 12:00-18:00
Cih: Marktplatz

HANNOVER

Infostandt
Duşem-Pêncşem
Saet: 14:00 - 19:00
Cih: HBF

13'ê Tebaxê - Meş


STUTTGART

Meş
Saet: 16:00
Cih: Lautenschlagerstr.
70173 Stuttgart

MUNCHEN

Mîtîng

Saet: 16:00

Cih: Sendlinger Str. 8

FRANKFURT

Meş
Saet: 14:30
Cih: HBF

DUSSELDORF

Mîtîng
Dem: 10.08.2019
Saet:14:00
Cih: Friedrich-Ebert-Strasse Immermannhof Dusseldorf.